Pîrê çûkan turbeya Feqiyê Teyran

09:06

JINHA

WAN - Yek ji alimên girîng yê Kurd Feqiyê Teyran ku li Muksa Wanê hatiye dinê turbeya wî jî li wire û ji bo turbe tine nebe ji aliyê gel ve bi salane tê parastin.

Feqiyê Teyran di sala 1950'î de li Mukusa Wanê hat dinê. Li gorî çavkaniya navê wî Muhammede û li gorî hinek çavkaniyan jî wek Mîr Mihê derbas dibe. Feqiyê Teyran k udi wêjeya Kurd de cihekî gelek girîng digire bi gelek helbestên xwe cihekî girîng digire. Feqiyê Teyran alimekî ku emrê xwe daye ser çûkan.Turbeya wî li Mukusê ye û jin ji bo daxwazên wan bên cih diçin ser turbeyê û turbeya wî wek roja ewil nûbûna xwe diparêze. Haci Tahîr Oztekîn yê 85 salî ku ji malbata xwe al girt û lênerîna turbeyê dike bi salane ji bo turbe tine nebe dixebite.

'Feqiyê Teyran ji zimanê çûkan fêm dikir'

Haci Tahîr got lêngerîna Turbeyê di malbata wan de bûye kevneşopî û wiha got: "Ez ji biçûkatiya xwe de diçim Turbeyê. Berê kalê min wek nobedar li vir maye. Piştre bavê min û niha jî ez. Ez her tim turbeyê paqij dikim û ziyaret dikim. Gelê Mukusê tê vir û dua dikin. kesên derdê wan hene tên vir. Feqiyê Teyran wêjevanekî gelek girînge. Di dîrokê de wek pîrê Çûkan tê derbaskirin. Ji zimanê çûkan fêm dike."

'Jin di klaman de Feqiyê Teyran vedibêjin'

Hacî Tahîr wiha berdewam kir: "Jin ji zarokên xwe re çîrokên têkildarî Feqiyê Teyran de vedibêjin. Dema Feqiyê Teyran tê Mukusê, baxçeyekî dibîne. Dikeve baxçe û li xwediyê baxçe digere. Lê nabîne. Sêvekî digire û dixwe. Ji bo vê sêvê her tim li xwediyê baxçe digre ku helaltiyê jê bixwaze. Xwediyê baxçe dibêje tiyê keça min bigirî, ezê te helal bikim. Destpêkê Feqiyê Teyran qebûl nake, dibêje min helal bike. Lê ev mêr helal nake. Piştre helal dike. Feqiyê Teyran piştî vê vedigere gund û evîndarê jina bi navê Sînem dibe. Lê Feqiyê Teyran diçe Cizîrê. Piştî vedigere, Sînem ji ber nexweşiyekê miriye. Ji wê rojê şûnde Feqiyê Teyran helbestan dinivîse."

(db/hu)