'Ji Şirnexê re divê demildest konên zivistanê bên peydarkirin'
09:08
JINHA
ŞIRNEX- Gelê Şirnexê ku xaka xwe terk nekirin û di konan de dijîn bi nêzîkbûna zivistanê re şert û mercên jiyana wan zehmet dibe. Hewcedariyên welatiyên 7 taxên rastî êrîşan hatin û hatin hilweşandin, konên zivistanê û sobene.
Li Şirnexê di meha Adarê de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 203 rojan berdewam kir. Welatiyên xaka xwe terk nekirin, li dora Şirnexê kon vedan û jiyana xwe berdewam dikin. niha bi nêzîkbûna zivistanê re jiyan zehmetir dibe. Hewcedariya welatiyan a niha ya lezgîn konên zivistanê ne.
Hevserokê HDP'a Şirnexê Sekvan Kiliç diyar kir ku polîtîkaya koçberkirinê bi berxwedana gel vala hatiye derxistin û got tevî ku daxuyaniya operasyon qedyane hatiye kirin jî bajar hîna nehatiye vekirin û got: "Gelê Botanê ceza dikin. Ji bo vê ye ku tevî evqas zehmetî gel li dora bajar konên xwe vedane û dest ji xaka xwe bernedane."
'Bi baranê re gel zehmetiyan dikişîne'
Sekvan wiha got: "Bi hatina zivistanê re hewcedariya gel bi sobe û konên zivistanê heye. Ji sedî 70'ê Şirnexê hilweşiyaye. Zivistan jî nêz bû. Ji bo gel şert û merc zehmetin. Çi ji destê me tê em dikin. lê divê zêdetir piştgirî bê dayîn. Divê her kes piştigriyê bide. Ji 12 taxan 7 tax hatine hilweşandin. Hewcedarî niha konên zivistanê û sobeyan heye."
(aı/hu)