Li Çiyayê Şengalê Cejna Çêlmêra hat pîroz kirin
09:58
JINHA
ŞENGAL - Li Çiyayê Şengalê cimehiya Çêlmêra hat pîroz kirin. ji bo pîrozbahiya cimahiyê gelê Şengalê li hev kombun û bi rê û resmên cimahiyê perî hat suwarkirin.
Gelê Êzîdî her sal di van mehan de cimehiyên qubeyan (cihê pîroz ya Êzidiyan) pîroz dikin. Cimehî eydiyekî Êzidiyan e û her hefte roja înê û pênçşemê di qubeyekî de pîrozbahî tên kirin. Di vê rojê de caw di qubeyan de tê daliqandin, qube tê şiştin, bi kirêcê tê siwah kirin û perî bi merasîmekî tê daliqandin. Vê heftê jî Şengalî Cimehiya Çilmêra pîroz kir.
Dayîka bi navê Gulê Qazim ya ku hatibû cimehiya Çilmêra, li gorî rê û rêsmên baweriya civaka xwe rojên pîroz çawan pêşewazî dikin de wiha axivî: “Ez di serî de cimehiya Çêlmêra li tevahî miletê Êzidî pîroz dikim. Hêviya min ew e ku saleke dî dayîk û xwuşkên me yê di destê DAIŞ’ê de rizgar bibin û em bi hev re cejna xwe pîroz bikin. Rê û rêsmê cimehiya wiha de. Em du rojan vê cimehiyê pîroz dikin, rojeke cejna roja dî jî em periyê sêwar dikin. Berî ku em cejnê çêbikin, em pênç rojan têne ber qubê û qubê nû dikin. Ji bo me ev cimehî pir xweş û bi wate ye.”
Berpirsiyarê quba Çêlmêra Xwedêda Barkat ji bo cimahiyê wiha got: “Ez micêwirê quba Çêlmêra me. quba Çêlmêra li sere çiyayê Şengalê ye. Ez vê cimehiyê li tevahî miletê Êzidî pîroz dikim. Çêlmêra duayên xwe li hemû xizmetkaran bike. Em her sal mitfaxa xwe tînin ber vê qubê û xirê Çêdikin. Em pez şerjê dikin, xwarin çêdikin û li mîvanan belav dikin. Ez ji Çêlmêra hêvî dikim ku Êzidiya li cih û warê wan vegerîne. Li çiyayê Şengalê gelek cimehî tên pîroz kirin cimehiya Şerfedîn, Hacalî, Pîrê Awra ,Çêlmêra ,Şêşêms , Şêx barkat, miletê Êzidî her sel diçe ber van xasan û cêmehiyan pîroz dikin. Daxwaza min ewe dayîk û xwuşkê me ji destê van kafiran xilas bibin em bi hev re vê cejnê pîroz bikin ”
Şervana YJŞ’ê Bermal Êzidxan jî got: “Îro cejna Çêlmêra ye, gelê Êzidî û YBŞ û YJŞ gerîla bi hev re cejnê pîroz dikin. Me di xwast ku miletê me yê li kampê başur de jî bên em bi hev re cejnê pîroz bikin. Em ê pîtir kêfxweş bibana. Em cejna wan jî pîroz dikin, îro cejna me ye. Em vê cejnê li hemu gelê xwe pîroz dikin. Banga min ji keç û xortê me heya ku werin tevlî nav refê YBŞ û YJŞ bibin. Em bi hev re artêşa Êzidxanê mezin bikin, da ku em karibin gelê xwe biparêzin.”
Bi perî siwar kirinê cimehî hat bi dawî kirin. Dayîk û jinên Êzîdî girêk avêtin periyan û ji bo giştî gelê Êzîdî dua kirin. Dayikan ji bo xêrê xwarin û nan çêkirin û kesên ku hatin ziyaretî bibin belav kirin.
(eh-da/zt)