Li Çiyayê Şengalê amadekariyên 2’emîn konferansa jinan
11:11
JINHA
ŞENGAL - Li Çiyayê Şengalê jin amadekariya 2’emîn konferansa jinên Êzidîxanê dikin. Amasekariyên konferansa dê bi şiyara ‘Rêxistinbûna Jinên Êzîdî Xweseriya Şengalê ye’ berbi qedandinê ne.
Jinên Şengalê amadekariya 2’emîn konferansa jinên Êzîdîxanê dikin. Di 25’ê îlonê de dê konferans bi beşdariya 300 delegeyan û bi diruşma “Rêxistinbûna Jinên êzidî xweseriya Şengalê ye” despêbike. Amadekariyên konferansê bi her awayî hatine kirin. Ji ewlehiyê heya hemû karên teknikiyên konferansê jinên Şengalê bi xwe dikin. Li ser navê Komita Amadekar a Konferansê Zehra Sileman axivî.
‘Em ê xweseriya Şengalê mîsoger bikin’
Zehra di serî de balkişand ser giringiya rêxistinbûna jinên Êzîdî û diyar kir ku ew bi rêxistinbûnê tola fermanan hildigrin û got: “Em di serî de vê konferansê ji axa pîroz heya Îmraliyê li Serok Apo pîroz dikin. Ev konferansa me ya 2’emîn e. Di konferansa me ya 1’emîn de me da diyar kirin ku em wek jinên Êzîdî dikarin gelek tiştan bikin û bin nakevin. Konferansa me ya yekem bersiva fermanê bû. Di vê konferansa me ya duyemîn de jî em ê xweseriya Şengalê misoger bikin. Rêxistinbûna me pêşya fermanan dikare bigre. Em ancax bi hev re bin em dikarin bibin hêz. Ji bo vê jî wek jin em ê pêşengiya yekitiya Êzidiyan bikin bingehê xebatên xwe.”
Zehra anî ziman ku dê nêzî 300 delege beşdarî konferansê bibin û gelek mîvanên wan jî ji derve werin û wiha domand: “Em hêvîdarin ku di vê konferansê de 300 delege hazir bibe. Ji xwe amadekariya me ya konferansê di her alî de tê tamam kirin. Gelek jinên ku bi rêxistinbûna jinên Êzîdî kêfxweş in jî wek mêvan di vê roja xweş de wê bi me re bin. Gelek jinên ku rojên herî giran û êş de bi me re êşyan û xemgîn jî bûn hene. Dibe ku ew nikaribin di vê konferansê de bi me re bibin. Lê wek jin em her tim hevdu hîs dikin û em kêfxweşiya xwe parve dikin. Em spasiya hemu jinan dikin yên alikariya jinên Şengalê kirin. Konferansa me ya duyemîn wê pêşengiya xweseriya Şengalê bike û ew keç û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de hîn jî êsîr in ji bo xilasiya wan çareyan pêş bixe. Em wek jin ancax bi rêxistinbûnê dikarin pêşya qirkirin û fermanên serê jinê de tên bigrin. Em spasiya we JINHA yê dikin ji ber weke ajansa jinan her tim hun rastiya jinên Êzîdî bi jinên cihanê re parve dikin.”
(Kom/zt)