Li Edeneyê tecrîda Îmraliyê hat protestokirin
11:16
Îlon
24
/ 2016
JINHA
EDENE - Li Edeneyê gel derketin kolanan û bi çalakiya dengderxistinê tecrîd û tayînkirina qeyûman protesto kirin.
Li taxên Barbaros, Yenîbey, Gulbahçe, Firat, Denîzlî û Şakîrpaşa yên navçeya Seyhana Edeneyê gel derketin kolanan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûma bi çalakiya deng derxistinê protesto kirin. Di çalakiya ku pêşengiya wê zarokan kir de welatiyan rûnahiyên xwe vekirn û girtin û jinan jî bi tîlîliyan piştgirî dan çalakiyê.
(fz/zt)