Tulay Karaca û endamên meclisa şaredariyê hatin girtin
11:29
Îlon
24
/ 2016
JINHA
ERZIROM - Hevşaredara Tatosê Tulay Karaca ya ku 16 rojbû dibinçavande girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.
Li navçeya Tatosê ya Erziromê di encama serdegirtina malan de Hevşeradar Tulay Karaca û encamên meclîsa şaredariyê Nuh Demîrel, Çîçek Sarualtun û Osman Kiliç di 7'ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Piştî 16 rojan kesên hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê.Di navê de Hevşaredar Tulay Karaca jî heyî 4 kesên ku bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.
(kom/zt)