Aktîvîst Ellen Jaedicke îro tê oxirkirink

12:00

JINHA

QAMIŞLO- Koordînasyona Kongreya Star ji bo aktîvîsta jin Ellen Jaedicke (Stêrk) ku îro dê li goristana Ohlsdorf a Hambûrga Elmanya bispêrin axê daxuyanikeke nivîskî weşand.

Aktîvîsta jin Ellen Jaedicke ku di encama nexweşiya penceşêrî di 2'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, dê îro li goristana Ohlsdorf ya bajarê Hamburg bi merasîmek girseyî ya jinên kurd û hevalên wê di seat 12:30'an de bê oxir kirin. Ellen hemwelatiya Elmanya û demekê li çiyayên azad ên Kurdistanê jî maye. Ellen têkoşîna azadiya kurd û jina kurd kiribû navenda jiyana xwe û di pir xebatên civakî û siyasî de cih girtibû. Li gor agahiyan dê piştî merasîmê jî pêşengehek ji wêneyên Ellen were pêşkêşkirin û li ber stranên ku jê hez dikir, bîranînên wê were vegotin. Ellen di wesiyeta xwe de xwestibû ku ji gora wê re kulîlkan nebin, li şûna wê ji Weqfa Jina Azad a li Rojava re alîkarî were kirin. Aktîvîsta jin Ellen bi hezkirin û girêdana xwe ji têkoşîna jina kurd re di dilê tevahiya jinên kurd de ciheke taybet girtiye.

Koordînasyona Kongreya Star jî bi daxuyaniyeke nivîskî Ellen bi bîr anî. Daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star wiha ye:

"Em di keseyeta hevala Stêrk de bejna xwe li beramberî hemû şehîden şoreşa ditewînin û soza bilindkirina têkoşîna azadiya jin û civakê didin. Di 2'ê îlona 2016'an de hevala Stêrk li Almanya jiyana xwe ya tejî wate û lêgerîna azadiyê, ji ber penceşêrê ji dest da û bû stêrka li ser esmanê mirovahiyê. Hevala Stêrk di sala 2007'an li bajarê Amed’ê têkoşîna azadiyê ya jinên kurd naskiribû û bi hêviyeke mezin bû şopdara Ronahiyan (Andrea Wolf), Avaşînan (İvana Hoffman) Saryayan, Raperî'nan ku kevneşopîya têkoşîna enternasyonalîst bi vîna azad bi kesayeta xwe çandibûn. Ji bo têkoşîna xeta azadiya jinê, hevala Stêrk di tevlîbûna xwe de hertim bi coş, hezkirin û fedekariyeke pir mezin tevgeriya. Ji ber ku heval Stêrk felsefeya Rêber Apo a azadiya jinê naskiribû û dixwest hêza ku ji fikrên Rêber Apo girtiye li tevahiya cîhanê belav bike. Heval Stêrk hezkirin û giredana xwe ji bo jiyanê jî bi rengeke vekirî diyar dikir û xwedeyê empatîyek pir mezin bû.

Têkoşîna heval Stêrk ji bo me mînakeke pir mezin e û wê hertim bibe ronahiya rêya berxwedana me. Em ji malbata hevala Stêrk re sersaxiyê dixwazin û soza şopdariya xeta şehîd Stêrk dubare dikin."

(en/rc)