Her hefte: Bila winda bên dîtin û kujer bên darezandin

14:32

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed û Êlihê xizmên windayan ên ku hatin cem hev û aqûbeta windayan pirsîn, çalakiya 600'emîn a Dayikên Şemiyê silav kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi slogana "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 398'emîn ji bo aqûeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin hatin cem hev. Çalakî ji ber ku Walîtaya Amedê li qadên vekirî hemû çalakî qedexe kiriye li avahiya ÎHD'ê pêk hat. Rojnameger Banu Guven, Celal Başlangiç, Mehmet Şevîn û Ayşe Yildirim, malbatên windayan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî wiha axivî. "Tirkiye bû goristana mirovahiyê. Li vir li dijî mirovahiyê sûc hatin kirin. Em ê bi Dayikên Aştiyê û dostên wan re re ji bo ku hesabê ev sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bê dayîn û aqûbeta windayan derkevin holê têkoşîna xwe bidomînin. Em bawer nakin ku aştiyekî ku bi paşeroja xwe re hevru nebe mayînde bibe."

Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Adnan Orhan çîroka windakirina malbatên Serîn û Işik ên ku li gundikên Mîrîk ê ya li herêma Kutudere dema operasyona di 24'ê îlona 1994'an de hatin qetilkirin û ji wan agahî nehat girtin parve kir. Adnan got ku leşkerên girêdayî Fermandariya Qomandoyên Çiya ya Boluyê ya ku tuggeneral Yavuz Erturk fermandarê wan bûn bi ser gundik de girtin û wiha berdewam kir: "Malên li gundikê, bax û baxçe hatin bombebarankirin, şewitandin. Leşkeran piştre jî ji herdu malbatan Hidir Işik (63), Hatun Işik (31), Elîf Işik (29), Duzalî Serîn (37), Gulîzar Serîn (34) û Dîlek Serîn a 3 salî binçav kirin. Ji wan kesan careke din agahî nehat girtin. Gundiyan ji Qereqola Cendirmeyan a Gokçekê ku ji gundikê Mîrikê jî berpirsyar bû dema ku hat pirsîn bersiva me jî ew nedîtine dan. Kurê Işik, Alî Işik ê ku dema bûyerê leşker bû û piştî rojekî du rojan ji leşkeriyê vegeriya Dersimê ligel hemû hişyariyan çû Mîrikê lê ji wî jî careke din agahî nehat girtin."

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan li kolana Gulîstanê li ber Abîdeya Mafê Mirovan çalakiya xwe ya heftane li der xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Dakiyên Şemiyê di 27'ê Gulana 1995'an heta niha li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta windayan bê ronîkirin çalakî li dar dixin û ew çalakiya wan a 600'emîn silav dikin.

Di çalakiyê de çîroka Zekî Akyildiz ê ku di 1993'yan de hati windakirin wiha hat par kirin: "Di 1993'yan de ji aliyê hizbullahê ve hatiye tehdîdkirin. Li Farqînê li mala xwîşka xwe bûye ji bo biçe sûkê ji malê derketiye û careke din venagere."

(kom/zt)