Fîgen: Lêgerîna dayikan a dad û rastiyê berdewame

14:48

JINHA

WAN – Hevseroka Giştiya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di çalakiya piştevaniya lêgerina Dayikên Şemiyê ya 600 hefteye berdewam dike de axivî. Fîgen diyar kir ku hişmendiya siyaseta Tirkiyê nehatiye guhertin û got: “Lêgerîna dayikan a dad û rastiyê jî nehat guhertin.”

Li Wanê ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê çalakî li Parka Feqiyê Teyran hat lidarxistin. Xizmên windayan ên Geverê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Bedîa Ozgokçe, Lezgîn Botan, Adem Geverî, rêxistinên DBP û HDP'ê, rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "600 hefte ye em dipirsin winda li kû ne" hate hilgirtin. Di çalakiyê de ewil Serokê ÎHD'ê yê Wanê Murat Melet axivî û got ku parazvanên mafên mirovan dê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê bidomînin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di derbarê çalakiya dayikan a 600 heftiye berdewam dike de nirxandin kir û wiha got: "Heke dayik bi find û qurnefîlên di destên xwe de ji bo edaletê ji bo ku gora zarokên xwe hembêz bikin her şemiyê li qadê rûdinên û ji bo bêdengiyê dibin deng bawer bikin ku dema yek rastî neheqiyê bê kesekî ku deng derxîne namîne."

Fîgen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 17 hezar "kuştinên kiryarnediyar hene" û wiha axivî: "Heke îro jî em bi hezaran winda, rondik û xwînê hê dibînin û di nava rastiyê de têkoşîna berxwedanê didin ev nîşan dide ku 2 tişt nehatiye guhertin. Li ser vî axê siyaseta desthilatdar a siyasî nehatiye guhertin. Tiştekî din a ku nehatiye guhertin jî ew jî têkoşîna dayik, edalet û rastiyan e. Em ê daxwaza xwe ya ji bo edalotê qîr bikin. Qêrîna me dê ji bo jiyana adil û wekhev bibe hevan. Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin."

(kom/zt)