8'emîn Kongreya PYD'ê dest pê kir
15:25
JINHA
BRÛKSEL- PYD Ewropa 8'emîn kongreya xwe bi tevlêbûna bi sedan delegeyî pêk tîne. Hevserok Asya û Salih gotin ku, PYD'ê hêza çareseriyê ye û jin jî garantorên azadiyê ye.
8'mîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Ewropayê li paytexta Belçîka Brûkselê bi tevlêbûna 700 delegeyî ku 135 wan jin bûn dest pê kir. Ji Yewnanîstan, Bulgarîstan, Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Ingiltere û Iskandinavyayê jî tevlêbûn ji bo kongreyê pêk hat.
Li ser navê PYD’ê hevserok Asya Abdullah û Salih Muslim, nûnerê Ewropayê yê PYD’ê Zûhat Kobanê, li ser navê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, li ser navê partiya Srîza Antonîos Markopoulos, li ser navê HDP’ê Kemal Aktaş, li ser navê Partî Demokratî Kurdistan Elî Hirorî, li ser navê TJK-E’yê Dilşah Osman, li ser navê Sînn Feîn Emma Clancy, nûnerên gelek partî û saziyan li kongreyê amede bûn.
Di kongreyê de pêşî Nûnerê PYD'ê Ewropayê Zûhat Kobanê axivî. Zûhat diyar kir ku wan hêzek mezin ji beştarvanên kongreyê girtine û wiha got: ‘’Hebûna we ya li vê derê hêzê dide me. Ev jî nîşan dide ku hûn bi me re di têkoşîna azadiyê de dimeşin. Em neçar in ku bi hev re bimeşin û li rex hev bin. Em weke derdorên demokratîk, azadîxwaz divê em nîşanî her kesî bidin ku em li rex hev in.’’ Zûhat destnîşan kir ku, li Rojava û Rojhilata Navîn geşedanên girîng hene û wiha domand: ‘’Em di demeke wiha girîng de kongreya xwe pêk tînin. Niha li Ewropa gelê me pir heye. Divê em wan bi rêk bixin û bigihijin astekê. Divê em rêxistinbûyina xwe li her deverê pêk bînin. Armanca kongreya me ev e.’’
Piştî Zûhat hevserokên PYD’ê Asya Abdullah û Salih Muslim bi ingilizî û kurdî axaftinek kirin.
Peyamên hevpar ên hevserokan bi vî rengî bûn:
‘’Em weke partî 8'emîn kongreya Rêxistina xwe ya Ewropayê di serdemeke pir nazik de pêk tînin. Gelek derfet bi dest ve hatine. Em li ber ronkahiya van geşedanan kongreya xwe pêk tînin. PYD'ê di 13 salan de gelek pêş ket. Berxwedana 12’ê Adara 2014’an nîşan da ku li Rojava dikare bibe partiya pêşeng. Wê demê rêveber û endamên partiya me li zindanên rejîma Baas bê dudiliyekê li ber xwe dan û têkoşîn gihandin vê rojê. İspta vê jî şoreşa Sûrî û Rojava ye. PYD'ê ne partiyeke desthilatdariyê û klasîk ên weke yên Rojhilata Navîn e. PYD'ê partiyeke demokratîk, azadîxwaz û civakî ye. Partiyeke pêşverû û gelparêz e ku li dijî paşverûtiyê têdikoşe. PYD'ê li ser zemîna ekolojî, civakî, azadiya jinê têdikoşe.
‘Eê projeya civaka demokratîk pêk bînin'
Îro ji bo vê têkoşîn tê dayin. Zemîna wê jî paradîgmaya demokratîk e. Ev hem azadiya jinê û hem jî azadiya gelan e. Pêşengê vê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Heta niha li dijî hişmendiya dij-demokratîk û li ser navê çîn civakê dabeş dikin me têkoşîn da, em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê projeya civaka demokratîk pêk bînin. Serkeftina vê projeyê serkeftina hemû kurd û civakan e. Li Rojava li dijî faşîzma DAIŞ’ê berxwedaneke mezin pêk hat. Pêşengên vê YPG,YPJ'ê ne. Li dijî vê faşîzmê em navnetewî bi hevparî têbikoşin.
‘Jin garantiya azadiyê ne'
Em li Sûriyê sîstemeke federaliya demokratîk dixwazin ku hemû çand, nasname û bawerî bi azadî lê bijîn. Ceribandina Rojava û Bakurê Sûriyê ji bo hemû Sûriyê dikare bibe mînak. Her kes divê vê baş bizanibe heta ku diyardeya kurd çareser nebe, kêşeya Rojhilat û Sûriyê çareser nabe. Kana vê diyardeya kurd e. Xaleke dî ya girîng jî têkoşîna azadiya jinê ye. Şoreşa jinê ya li Rojava şoreşa hemû jinan e. Hemû destkeftî divê werin parastin. Di navbera hemû rêxistinên jinê ên kurd de em vê weke startejiyekê dibînin. Em dixwazin destkeftiyên di şexsê Arîn Mîrkan de derketin holê biparêzin. Jin dikarin bibin garantiyaê azadiya kurd û sîstema demokratîk.’’
(rc)