Fîgen Yuksekdag mamostayên ji peyîwirê hatîn girtin ziyaret kir

16:58

JINHA

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag piştî hevdîtina jinên Wanê li Şaxa Egîtîm-Sena Wanê mamosteyên ji peywirê hatîn girtin zîyaret kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag Şaxa Egîtîm-Sena Wanê zîyaret kir û ligel mamosteyên ji peywirê hatîn girtin hevdîtîn kir. Ligel Fîgen Yuksekdag, Endama MYK ya DBP’ê Hacer Ozdemîr, Hevseroka HDP’ê ya navenda Wanê Gulîstan Orhan, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Sevînç Şeker û Murat Sarısaç, Endamê PM ya HDP’ê Ozgur Zeydanoglu, Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît û kedkarên perwerdê jî amadebûn. Fîgen hemû mamoste silav kir û got: “Em ê berxwedana xwe hertim bidin û cihê ku dewlet dibêje qediyan em ê dîsa şîn bibin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Egîtîm-Sen sendîkaya berxwedanêye’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag OHAL û biryara KHK’ê nirxand û wiha got: “Li Tirkiyê 11 hezar mamosteyên Egîtîm-Senê ji peywirê hatin girtin. Yên darbe kirî diyare, ew li ser mamoste û kedkaran disekinin. Yê darbe dikin ew in ku yê li Seraya xwe dirûne Serokwezîr Recep Tayîp Erdogane. Da ku kes jî wî pirsan neke ew jî van polîtîkayên qirêj dike dewrêde. Lê belê bila bizanin ku em bi hezaran hene û em naqedin. Em ê hertim suçên wan bêjin. Egîtîm-Sen sendîkaya berxwedanêye. Bi salane têkoşîna xwe daye û niha jî hemû endamên Egîtîm-Sen ê li bin zordariyê de ye. Qadên perwerdehiyê jî li hemberî wan berxwedana xwe didomîne. Li ser navê Darbeyê bi OHAL ê bi hezaran kedkar ji peywîrê girtin.”

Fîgen destnîşan kir ku, Egîtîm-Sen bi destûra dewletê nehatiye avakirin û wiha axîvî: “Egîtîm-Sen bi piştgirî û berxwedanê hat avakirin. Ew jî vî qebûl nake û dixwaze ku cihê Egîtîm-Senê bike Seray. Lê armanca wan nayê cih. Em destûr nadin wan. Bi polîtîkayên bişeftinê li ser zarokên Kurdistanê sekinîn û niha jî wan mamosteyên ku zimanê zarokan fêm dikin jî peywirê tên girtin. Ew naxwazin em ber xwe bidin. Em jî dê li hemberê wan bi hêz ber xwe bidin. Hewceye em xwedî li azadiya xwe derbikevin. Li hemberî desthilatdariyan em gel dê serbikevin. Niha pêwiste ku em piştevaniya xwe mezin.”

Di dawiyê de Fîgen Yuksekdag pirsên xebatkarên perwerdê bersivand.

(hk-db/zt)