Bajarê Til Temir ji sala nû ya xwendinê re amade ye
17:00
JINHA
TIL TEMIR- Sibê deriyên dibistanên Kantona Cizîrê vedibe. Endama komîteya rêvebirina dibistanên bajarê Til Temir Hebûn Dawid diyar kir ku ew dest bi perwerdehiya salê dikin û wiha got: "Dê îsal salek pir cûda be ji bo xwendekaran. Ji ber şagirt dê heya refa 6'an bi zimanên xwe yên dayikê bixwînin."
Sibê dibistanên Kantona Cizîrê vedibin. Heyecana vebûna dibistanan di mamoste û xwendekaran de pir berçav tê dîtin. Li bajarê Til Temir jî amedekariya dibistanan bi dawî bû û mamoste li benda lêxistina zingila dibistanan in. Endama Komîteya Rêveberiya Dibistanên bajêr Hebûn Dawûd di derbarê amedekariya perwerdehiyan de nêrînên xwe bi ajansa mera parvekir. Hebûnê diyar kir ku, xebatên wan ên perwerdehiyê bi zimanê dayikê li dibistanan çend sale didome û her diçe jî rastî elaqeyeke erênî tê û got: "Em dikarin bêjin ku encamên pir mezin û serkeftî hatine bidestxistin."
Hebûnê da zanîn ku gelek mamoste di mehên havînê ji bo wane dayînê qeyda xwe kirine û wiha domand: "Piştî qedê mamoste di perwerdehiya biraşên cude re derbas bûn. Mamosteyên me yên kevn û yê nû jî perwerde dîtin. Li bajar bêtirî 200 mamoste perwerde dîtin. Herwiha 170'ê mamosteyên ku dersên bi zimanê erebî jî bidin, li gor bernameya fêrbûbê (mufredata) salê hatin perwerdekirin. Em dikarin bêjin ku perwerdeya vê havînê ya mamosteyan bi awakî serkeftî pêk hat."
Hebûn qala rewşa dibistanan jî kir û ev tişt got: "Li bajêr herêmê 90 dibistan hene û bi giştî 7 hezar şagirt cih digrin. Ev ji pêşdibistanî heya amadehiyê ye. Bêtirî 60 dibistanên me yên nû jî hene. Li hemû xetên bajêr dê perwerde hebe. Tenê xeta Çiyayê Kizwana maye. Lê me niha xebat li wir jî daye destpêkirin. Di vê salê de hejmareke berçav serdana me kirin ji bo bibin mamoste. Em ê hewl bidin ku bi pirtûk û mamosteyên xwe bernameya fêrbûna ya Xweseriya Demokratîk li tevahiya dibistanên xwe bidin rûnişkandin. Em her hewl bidin perwerdeyek baş û serkeftî bidin xwendekarên xwe û nifşê nû."
Hebûnê destnîşan kir ku, di perwerdehiya xweseriya demokratîk de tenê yek ziman nîne û wiha pêde çû: "Ev pergal bi pir-çandî û pir-zimaniya xwe tê nasîn. Her pêkhateyek dê bi zimanê xwe bixwîne, ji refa yekê heya 6'ê dê xwendekarên kurd perwerdeya xwe bi kurdî bibînin û yê ereb jî heman tişt. Dê zarokên aşûrî jî bi zimanê aşûrî bixwînin, lê ji refa 4 heya 6'ê dê zimanê cîran jî tevlî bibe mîna ku kurd bi zimanê erebî û ereb jî bi zimanê kurdî fêr bibin. Tevahî mamosteyan hewl dan ku îsal pir cûda be û bi pir-rengiya xwe rengekeke xweş bidin dibistanan. Ez spasiya hemû maoste û komîteyên dibistanan dikim. Ji ber ku kedeke pir mezin dan ku bikaribin nifşeke nû û projeyeke azad ava bikin. Ji xwendekarên demsala xwendiniyê ya nû re jî serkeftinê dixwazim."
(sş/en/rc)