Xelata Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn

08:46

JINHA

AMED – Xelatên Rojnamegeriyê yê Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn. JINHA layêqê Xelata Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetelli Ersoz û wêneyan hat dîtin. Di merasîmê de bal hat kişandina ser xebatên çapemeniya azad ên li herêmên rêveberiya cewherî rastî gihandîn.

Xwediyên 24'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yê Musa Anter û Şehîdêr Çapemeniya Azad di torena li Navenda Çanda Cegerxwîn a Amedê de xelatên xwe wergirtin. Wêneyên rojnamegerên ku hatine qetilkirin û di xebatên rojnamegeriyê de jiyana xwe ji dest dayîn li salona torenê hatin daliqandin. Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk Sebahat Tuncel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlementera HDP'ê ya Amedê Caglar Demîrel, hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, rojnamegerên Tirkiyeyê û Kurdistanê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, KJA, MEYA DER û gelek welatî tevlî torenê bûn û toren bi sînevîzyona li ser Mûsa Anter hatiye amadekirin destpê kir.

'Bi rêgeza ji rastiyan tawîzê nadin em ê meşa xwe bidomînin'

Di merasîmê de Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Azad Nevîn Erdemîr axivî û diyar kir ku her çiqas 24 sal derbar bûbûn ji pênûsa Mûsa Anter li erdê nemaye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di êrîşên sala dawî yên li Kurdistanê de êrîşên li ser çapemeniya azad jî zêde bûn. Bi van êrîşan bi dehan rojnameger hatin girtin. Ev pêkanîn hemû li dijî nivîsandina rastiyan tên kirin. Em tu dem ji rêgeza xwe ya ji rastiyan tawîzê nadin venagerin."

‘Em Apê Mûsa bi hurmet bi bîr tînin'

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli diyar kir ku Mûsa Anter ronî dida têkoşîna gelê kurd û wiha axivî: "Çapemeniya azad tenê ne li qada rojnamegeriyê di her qada civakê de têkoşînê dide. Em li hember kesa Apê Mûsa bejna xwe ditewînin."

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî da zanîn ku êrîşên li ser çapemeniya azad bi salan e berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev rêyek gelek zehmet e. Lê tu dem rêwiyên vê rêyê ji rêya xwe venegeran. Soz dan ku di rêya Apê Mûsa de bimeşin. hemû mafên ku me bi dest xistîn bi berdêlan hatin stendin û çapemeniya azad jî di vê rêyê de berdêl da. Di deverên berxwedanê de çapemeniya azad tunebûya da tiştên ku li Kurdistanê tên jiyîn derneketan holê."

Piştî axaftinan torenê bi dayîna xelatan berdewam kir. Nûçegihana ajansa me ya JINHA'yê Ferda Yilmazoglu ku xelata Gurbettelli Ersoz wergirtî xelata xwe ji dest Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke wergirt. Ferda xelata xwe diyarî Endama YPS'ê Emel Ayhan kir.

Di beşa wêneyan de jî nûçegihana JINHA'yê Handan Tufan jî xelata xwe ji destê nûçegihana JINHA'yê Mizgîn Tabû girt.

Di beşa nûçeyên kurdî de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Azad Altay xelata xwe ji destê dayîka Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Azad Welat Rohat Aktaş ku di jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dayî girt.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Cîhan Olmez û nûçegihanê Rojnameya Cumhuriyetê Mahmut Oral xelata beşa nûçeyên tirkî wergirtin. Piştî xelatê Azad got ku xelatên îsal diyarî qadên berxwedanê hatine kirin û ew jî ji heman qadan hatiye. Azad bal kişand ser rojnamegerên girtî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di pêvajoyek wiha girîng de divê her kes xwedî li çapemeniya azad derkeve. Ez xelata xwe diyarî kesên di qadên berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayîn û Dayîka Taybet dikim."

Cîhan piştî xelata xwe wergirt axaftinek kir û diyar kir ku xelata wergirtî ya berxwedana Cizîrê ye. Cîhan xelata xwe diyarî hevalê xwe yê zarokatiyê Rizgar, Eylem Ustun, Mehmet Tunç û hemû kesên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayîn kir.

Îlyas Turkan nehat jibîrkirin

Di beşa dîmenan de jî nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Bîlal Gundem xelata xwe ji destê kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter wergirt. Bîlal xelata xwe diyarî belavkarê berê yê Îlyas Turkan ê ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dayî kir.

Di beşa karîkatur de jî Ozgur Evran xelata xwe ji destê nivîskara Cumhuriyetê Aşye Yildirim girt. Nivîskarê Gazete Duvar Celal Başlangiç jî xelata taybet û juriyê ji destê nivîskara Dîkenê Mehveş Evîn wergirt. Başlangiç piştî xelata anî ziman ku ev xelat ji bo wî weke rûmetekê ye.

Xelata rûmetê dan Asli û Necmiye

Xelata Rûmetê ya Cemiyeta Rojnamegerên Azad jî Nivîskara Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Necmiye Alpay ên ku niha di zindanê de wergirtin. Li ser navê herdu rojnamevanan rojnamevan Banû Guven xelat ji destê rojnamevan Huseyîn Akyol wergirt Toren bi kişandina wêneyan dawî bû.

(kom/zt)