ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Rêvebera Kongreya Star Gulîxan Tahir têkildarê rojeva siyasî û pêvajoya dawî nirxandin kir û diyar kir ku, li hember êrîşên dewleta Tirkiyeyê wê vîna gel bi ser bikeve û got ku, tu hêz wê nekaribe pêşî li projeya azadiyê bigre.
*Xebatkara çapemeniya azad û rojnameya Azadiya Welat Melîke Altan jî di operasyona qirkirina siyasî ya li Sason û Hezoyê de hate girtin.
*Jin xwedî li Saîme Avaşîn ya YJA Starê ku bi birîndarî hatibû girtin û îşkence lê hatibû kirin, derketin û lanet li pêkanînên ku lê hatibû kirin, anîn. Jinan got tiştên li Saîmeyê hatiye kirin li wan hatiye kirin û got zîhniyeta serdest ya mêr ji jinan ditirse.
*Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun di derbarê tayyîna qeyûman de diyar kir ku, qeyûm darbeyek li hemberî civak û pergala hevserokatiyê ye.
*Piştî şerê giran û berxwedana bê hempa li Kobanê, gel cara yekem e bi dileke aram li benda hatina zivistanê ne. Jinên ku dest bi amedekariya zivistanê kirin diyar kirin ku, ew ê amedekariyên zivistanê ligel şervanan parve bikin.
*Endamê YPS'ê Murat Gunduz (Berxwedan Karker) ku di berxwedana dîrokî ya Sûrê de jiyana xwe ji dest da, şeva beriya jiyana xwe ji dest bide gotibû 'Ger şehîd bikevim jî bil ali Sûrê şehîd bikevim.'
*Şorba girarê ya li Kurdistanê bi navê cuda tê bi navkirin, li herêma Serhedê li ser sifreyan cihê xwe digire.
*Kovara Jîneolojiyê ku bi dirûşemeya 'Zanista li dora jinê hatiye pêşxistin yekem pêngav avêtina civaknasiya raste' derket û bi nîqaşên 'Şoreşa jinê û Jîneolojiyê' hejmara xwe ya 3'emîn derxist. Wêneyê kapaxa kovarê ji aktîvîst Meral Geylaniye.
*Jinan balkişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi navbeynkariya birayê Mehmet Ocalan şandiye û diyar kirin ku peyam gelek zelale û divê vegerin maseya muzakereyê.