Xebatkara Azadiya Welat Melîke Altan hat girtin

09:02

JINHA

ÊLIH– Xebatkara çapemeniya azad û rojnameya Azadiya Welat Melîke Altan jî di operasyona qirkirina siyasî ya li Sason û Hezoyê de hate girtin.

Li Tirkiyê û Kurdistanê zext û êrîşên li ser xebatkarên çapemeniya azad her ku diçe zêdetir dibe û bi hinçetên sosret tên girtin. Di girtigehên Kurdistanê de bi dehan rojnameger û xebatkarên rojnameyê hatine cezakirin û di girtigehan de dimînin. Di 20’ê îlonê de li navçeyên Sason û Hezoya Êlihê operasyonên qirkirina siyaset pêk hat û di encamê de xebatkara çapemeniya azad Melîke Altan jî di nav de 35 kes hatin binçavkirin. Polîs ligel tîmên taybet bi maşîneyên zirxî di serê sibê de di ser mala Melîke de girtin û wê girtin binçavan.

Rojnameyan belav dikir

Polîsan bi zorê Melîkeyê ji malê derxistin û destê wê bi rojan li qerekola Sasonê bi destbendê ve hiştin. Melîke li navçeya Hezoyê xebatê çapemeniyê dida meşandin û her roj rojnemeyên Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demorkasiyê li gel belav dikir. Her çiqas Melîke li Hezoyê xebatên çapemeniyê dida meşandin jî di di çavê dewletê de wek suçdar hate dîtin û wê girtin binçavan.

Piştî 3 rojan derket pêşberî dadgehê

Melîke piştî 3 roj li emniyeta Sasonê ma li ser biryara dozger wê bi hevalên wê re derxistin pêşberî dadgehê. Melîk bi 24 kesên ku pê re hatin binçavkirin ji ber di xebatên hilbijartina 7’ê Hêzîrana 2015’an de cih girtine û bi hinçeta “Bi zorê deng li gel dane bikar anîn” hatin girtin.

‘Tenê karê çapemeniyê dikir’

Melîke li ser biryara dadgehê bi 6 hevalên xwe yên jin re birin Girtîgeha Tîpa M’ê ya Êlihê. Malbata Melîke Altan nerazîbûn nişanê biryarê dan û gotin ku Melîke tenê di xebatên çapemeniyê de dixebitî.

(ho/rc)