‘Ya li Saîmeyê hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin’

09:04

JINHA

WAN – Jin xwedî li Saîme Avaşîn ya YJA Starê ku bi birîndarî hatibû girtin û îşkence lê hatibû kirin, derketin û lanet li pêkanînên ku lê hatibû kirin, anîn. Jinan got tiştên li Saîmeyê hatiye kirin li wan hatiye kirin û got zîhniyeta serdest ya mêr ji jinan ditirse.

Saîme Avşîn (Avaşîn Gabar) li bajaroka Rubaroka Şemzînana Colemêrgê bi birîndarî hatibû girtin û dîmenên îşkenceya li Saîmeyê roj bi roj zêdetir rastî bertekan tê. Jinên Wanê bertek nîşanê bûyerê dan û got êrîş li dijî îradeya jinê hatiye kiri û got divê hemû jin dengê xwe li dijî vê bilind bike. Jina bi navê Amîne Akkuşê got li her qadê wek parêzvanên aştiyê li eniya pêş cih digirin û got: “Mixabin dewlet dewlet dibêje em ji ber ditirsin aştiyê diparêzin. Em ji ber hêza me têr nake, aştiyê naxwazin. Têkoşîna aştiyê ji şer dijwartire. Em ji bo vê aştiyê dixwazin.”

Amînayê bang li cerdevanan kir û got ew dîmenên îşkenceya li Saîmeyê ti car ji bîr nakin û got: “Ez bang li cerdevanan dikim. Bi pereyên ku digirin hewl didin wijdana xwe rehet bikin.Em van dîmenên îşkenceyê jibîr nakin.emê bi we jî nedin jibîrkirin. Cerdevan ne bawerim rehet radizên.”

‘Jin wê hesabê vê zilmê bipirse’

Gogê Borak jî got divê li dijî vê zilmê jin bên cem hev û têbikoşin. Gogê wiha got: “Gerîlaya jin bi birîndarî bend kirine stuyê wê û di nav çem de kaş dikin. ez şermezar dikim. Ew keça me ye. jin wê vê qebûl neke. Em vê pêkanîna dij ahlaqê qebûl nakin. Ez wek dayikekê bang li cerdevanan dikim. Gelo bi vê îşkenceyê hun dibêjin qey wê dest ji nêrînê xwe berde. Bila xwedê vê zilmê ji we re nehêle.”

Cemîle Erîkê jî bi lêv kir ku dewlet ji jinek birîndar jî ditirse û wiha pê de çû: “Gerîlaya jin bi birîndarî îşkenceyê lê dikin û heqeretê lê dikim. Ez leşker û cerdevanan lanet dikim. Bi birîndarî jî newêrin nêzî wê bibin. Ev jî nîşan dide ku tirsek mezin di dilê wan deheye. Tişta li Saîmeyê hatiye kirin l ime hemûyan hatiyekirin.”

Saîme keça me hemûyane

Fehîme Akkuşê jî got dewlet bi salane ji ser bedena jinê dixwaze têkoşînê biqedîn eû got Saîme keça wan hemûyane, têkoşîna wê rumeta me ye.

(htk/hu)