‘Hedefa qayûman pergala hevserokatî û xebata jinan e'
09:07
JINHA
DERSIM- Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun di derbarê tayyîna qeyûman de diyar kir ku, qeyûm darbeyek li hemberî civak û pergala hevserokatiyê ye.
Hikumeta AKP’ê bi desteserkirina şaredariyên DBP’ê dixwaze ku pergalek nû ava bike û her tişti bi hişmendiya desthilatdariyê rêve bibe. Di derbarê tayyîna qayûman de Hevşaredara Dersîmê Nurhayat Altun axivi û ani ziman ku, dewlet jin û xebata jinan hedef girtiye.
‘Tayyîna qeyûman êrîşa li hemberî pergala hevserokatiyê ye’
Nurhayatê anî ziman ku, hedefa tayyînkirina qeyûman pergala hevserokatîyê û jine û wiha got: "Pergala hevseroktiyê li hember hişmendiya desthiltdariyê ye.Di pergala hevserokatiyê de vîn û wekheviya jin û mêr esas tê girtin. Bi tayyîna qeyûman re dixwazin vê vînê ji holê rakin. Dewlet bi xwe di nava xwede nakokiyan dijî û ji pêk anînên xwe nebawerin. Ji roja ku em hatine hilbijartin heya îro li şaredariyê mûfettîş kêm nebûne. Ji mere gotin ku ‘tiştê ku em lêgeriyan me nedîtiye’.”
‘Qeyûm li hemberî serkeftina jinan e’
Nurhayatê anî ziman ku, bi qeyûman dixwazin vîna jinê ji holê rakin û wiha pêl da gotina xwe: "Qeyûm li hemberî serkeftina jina ye. Bi salane jin têkoşîn dide û dev ji têkoşina xwe de jî bernade. Ne tene jinên kurd divê hemû jin xwedî li vîna xwe derkevin û li hember pêk anînên dewletê bibin yek deng.”
‘Divê em jin asta têkoşînê bilind bikin'
Nurhayatê bi lêv kir ku, ew wekî jinên têkoşer dê li ber xwe bidin û wiha pê de çû: "Ger astê têkoşînê bilind nekin, rewşa li tirkiyê wê bikeve nava aloziyek mezintir. Êrîşên li hember jinê piştî hikûmeta AKP’ê hat ser îktîdarê zêdetir bûye. Jinan di malan de wek girtiyan digirin û naxwazin ku jin tevlî civakê bibe. Ji ber wê jî niha saziyên jinan hedef digre û dixwazin astengiya derbixinin. Li hember pêk anînên dervî adeletê em ê tu caran dev ji berxwedana xwe bernedin. Em ê qayûmên dewletê nasnekin."
(zyd-be/rc)