'Peyam zelale divê vegerin maseya muzakereyê’
09:10
JINHA
STENBOL-Jinan balkişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi navbeynkariya birayê Mehmet Ocalan şandiye û diyar kirin ku peyam gelek zelale û divê vegerin maseya muzakereyê.
Jinên li Stenbolê dijîn diyar kirin ku divê guh bidin peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bi navbeynkariya birayê xwe Mehmet Ocalan şandiye. Ji jinan Ozlem Kayayê anî ziman ku peyam gelek zelale û divê rayedarên dewletê ji bo aştî pêk bê, peywira dikeve ser milê wan bînin cih.
‘Emê xwedî li rêbertiya xwe derkevin’
Ozlemê bi lêv kir ku gelê Kurd di bin mêtîngeriyeke mezin de ye û wiha pê de çû: “Rêbertiyê her tim aştî xwestiye û ji bo vê jî anîye ziman ku divê pêngavên pêwist bên avêtin. Lê AKP bi salane gelên Tirkiyeyê mijûl dike û pêvajoya çareseriyê bidawî kir. Li dijî Kurdan polîtîkayên şer xistin dewrê û hemû aliyê aştî dixwest yek bi yek girt, di binçavan de îşkence zêde kir û li Kurdistanê qadên jiyanê şewitandin. Rêbertî jî, gelê Kurdî ji destpêkê de ye aştiyê dixwazin û emê di daxwaza aştiyê de berdewam bikin.Em heta dawiyê wê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin û çi ji destê me bê emê bikin.”
‘Peyam zelale divê bersiv bê dayîn’
Salîme Baş jî destnîşan kir ku peyama Abdullah Ocalan hemû gelan dihundirîne. Salîmeyê wiha berdewam kir: “Dewlet li hember peyama Rêber Apo divê ji nûve maseya muzakereyê ava bike û ji cihê maye berdewam bike. Ger em aştiyê bixwazin divê li gorî peyama Rêber Apo bê tevgerîn. Ji bo aştiyê çi ji destê me bê divê em bikin. bese, bese bese êdî. Bersiva erênî bidin peyama Rêber Apo. Bersivek erênî bidin ku bila mirin rawestin. Bila xwîn nerêje, dayik negirîn. Bila zarok nemirin.”
(aa/hu)