'Ger şehîd bikevim jî bila li Sûrê şehîd bikevim’
09:12
Şehriban Aslan/JINHA
AMED – Endamê YPS’ê Murat Gunduz (Berxwedan Karker) ku di berxwedana dîrokî ya Sûrê de jiyana xwe ji dest da, şeva beriya jiyana xwe ji dest bide gotibû ‘Ger şehîd bikevim jî bil ali Sûrê şehîd bikevim.’
Berxwedanên li qadên rêveberiyên xweser din ava gel de bûn efsûn. Yek ji van cihên bûn efsûn jî navçeya Sûrê ya Amedê bû. YPS’iyên li dijî êrîşên dijwar yên dewletê berxwedan di nava gel de bûn efsûn. Yek ji van YPS’iyan Murat Gunduz (20) (Berxwedan Karker) yekemîn YPS’iyê li Sûrê şehîd ketiye. Murat ji aliyê jinên li Sûrê ve wek kesekî rûken, bi morel û hevalê xwe diparast tê zanîn. Malbata wî jî diyar kir dike ku tevî ku temenê Murat biçûk bûye ji ber rastiyên ku dîtiye û neheqiyan tevlî berxwedana rêveberiyên xweser bûye.
‘Pir jîr û çalak bû’
Dayika Murat, Sabîha Gunduzê da zanîn ku Murat di biçûkatiya xwe de zarokekî gelek jîr û çalak bûye û wiha got: “Muradê min li malê gelek çalak bû. Kezeb şewitîbû. Ji extiyaran pir hez dikir. Ji kal û pîra xwe pir hez dikir. Dema agahiya şehîdekê digirt pir xemgîn dibû. Ez lê dixeyidim. Me qet nedizanî wê tevlî bibe. diçû dersxaneyê. Dema dihat malê mase digirt û diçû mutbexê. Ders dixebitî. Şevekê em çûn dawetê, em lê geriyan me nedît.”
‘Me îhtîmal neda çûyîna wî’
Sabîhayê axaftinek xwe ya bi Murat re wiha got: “Rojekê ji dibistanê hat got ‘dayê ez naxwazim biçim dibistanê’. Min jî got ‘sala dawiye, dersên te başe neçe.’Piştre min bigihist ku bi mamosteyê xwe re pevçûniye û gotiye ‘Ez nirxê didim we û pîşeya we, keda we ji ber vê ez rêzdarim.’ Ez nizam çi bi mamosteyê xwe re jiya. Murat çiqas hêrs bibûna jî rêzdariya xwe winda nedikir. Me ji ber pêvajoya çareseriyê îhtîmal nedida ku kurê me biçe. Lê demek di dilê wî de hebûye.”
‘Her tim lêpirsîn dikir’
Xwişka wî Ozlem Yildizê jî wiha got: “Murat di lîseyê de xwe pêş xist. Ji pergala perwerdê nerazî bû. Ji ber vê nedixwest biçe dibistanê. Dem bi dem di sohbetan de digot ez naxwazim biçim dibistanê. Lê digot ji bo malbatê û van neheqiyan divê ez bixwînim. Birayê me yê biçûk di girtîgehê de bû. Min û Murat xwe her tim di alî aborî de dida zorê. Diçû dersxanê lê her tim hişê wî li cihekî din bû. çawa ji dersxanê dihat hema li nûçeyan dinêrt.”
‘Divê em rastiya dijmin bibînin’
Ozlemê wiha berdewam kir: “Murat her tim pêvajoya çareseriyê dianî ziman. Em di vê mijarê de rehet bûn lê wî hdigot divê rastiya dijmin bê dîtin. Nirxandinên wî yên cidî girîng hebû. Hemû nûçe dişopand. Şevekê j ime re got ew êdî dersan dixebite û wê sala pêş xwe bo zanîngehê amade dike. Ligel vê jî amadekariya çûyînê dikir. Şeva çû em hemû ligel hev bûn. Gelek bi kelecan bû. hat mutbexê got saetê dane sibehê wê zû rabe û biçe dersxanê. Piştî ez ji mutbexê derketim cuzdan, nasname û nîşeyek danîbû mutbexê. Piştî çû ji me re wêneyek şand.”
Ozlemê got birayê wê salekê li Kobanê dimîne û got: “Piştre çend meha tê Licê. Piştî vir jî tevlî berxwedana Sûrê dibe. Beriya şehîd bikeve, moral û motîvasyona wî gelek di cih de bûye. Roja din ji xwe şehîd dikeve. Birayê min bû şehîdê yekemîn yê Sûrê. Emê heta dawiyê têkoşîna birayê min bimeşînin.”
Xwişka wî ya din Gulîstan Gunduzê jî got: “Me gelek nîqaş dimeşandin. Tevî ku temenê wî biçûk bû pir nîqaş dikir. Ji aliyê hevalên xwe ve gelek dihat hezkirin. Çend hevalên wî ji wî mezintir bû. hevalên wî digotin Murat gelek jîr û çalake.”
(ma/hu)