Jinên Dêrikê ji bo parkirina berhemên koperatîfê civiyan
10:02
JINHA
DÊRIK - Koperatîfa Çandiniyê ya bajarê Dêrikê ku ji hêla Komîteya Navendî ya Aboriya Kongreya Star ve piştgirî dibîne, îsal ji berhemên çandiniyê sûdeke baş girt. Dagata hatî bidest xistin li ser beşdarên koperatîfê hate belavkirin.
Koperatîfa Çandiniyê ya bajarê Dêrikê ji hêla jinan ve bi kedeke mezin xebatên wê hate meşandin. Li Mala Gel a bajêr ji bo dabeşkirina dahata kopratîfê civînek ji endamên koperatîfê re hate lidarxistin. Di serî de 5 kes wek dîwan hatin hilbijartin. Rêvebera Kongreya Star a bajêr Gulistan Osman çawaniya xebatên koperatîfê û keda ku bi zehmetiyên mezin hatiye dayîn, anî ziman. Gulistan îşare bi girîngiya hevkarî û hevgirtina jinan kir û da zanîn sûda vê koperatîfê berhema vî ruhê hevgirtî û xebata bi hev re ye.
Endama Komîteya Aborî ya Kongreya Star Sîham Emîn jî rapora encama xebatên koperatîfê xwend û li gor vê raporê 135 jin beşdarî koperatîfê bûne. Sîham da zanîn ku wek tiştên çandiniyê jî nok, nîsk, kizbera, genim di erdeke bi qasî 4.000 donûm erdê de hatine çandin. Sîham diyar kir ku bi giştî 225 hezar lîreyê Sûriyê ji her yek ji beşdarên koperatîfên re hate dayîn.
Di civînê de hate xwestin her kesek ji para xwe jî 5 hezar bide 15 jinên ku di baxçe û zeviyan de aktîf kar meşandin. Herwiha ji bo Kongreya Star û xebatên wê yê rêxistinî jî parek hate dayîn.
Civîn bi dabeşkirina sûda koperatîfê dawî bû..
(lç/en/zt)