Dibistanên Rojava dest bi perwerdeyê kirin

11:22

JINHA

QAMIŞLO - Piştî dibistanên Kantona Kobanê, îro dibistanên Kantonên Cizîrê û Efrînê jî dest bi perwerdeyê kirin.

Sala nû ya xwendinê ya sala 2016-2017 îro li Kantonên Efrîn û Cizîrê hatin destpêkirin. Xwendekar ji seatên zû yê siharê di dibistanên xwe de amade bûn û mamoste jî bi kelecaneke mezin derbasî ser erka xwe bûn. Kantona Kobanê ku 18'ê mehê dibistanên xwe vekirin, bêtirî 13 hezar xwendekar dest bi xwendinê kirin, hezar û 500 mamoste jî xebatên perwerdeyê didin meşandin.

Li Kantona Cizîrê jî ji bo her şeş refên destpêkê yên dibistanan 7 hezar mamoste hatin amadekirin. Hejmara xwendekarên kantonê ji ber bi tevahî nehatiye tomarkirin bi zelalî neye zanîn.

Kantona Efrînê 261 dibistanên seretayî, 50 navîn û amadehî, bi giştî 311 dibistan hene. Mamosteyên Efrînê tevî mamosteyên peymangeh û zanîngehan 2 hezar 327 in, ji wan 28 mamoste yên bajarê Helebê ne.

Mamosteyan di roja yekemîn ya xwendiniyê de navên xwendekaran pirsîn û ew fêrî paqijî û rêzikên dibistanê yên sereke kirin.

(cg/bh/en/zt)