Li Çiyayê Şengalê konferansa jinan despêkir
11:27
Îlon
25
/ 2016
JINHA
ŞENGAL – Konferansa jinên Êzidî li Çiyayê Şengalê despêkir.
Konferansa jinên Êzidî li Çiyayê Şengalê bi tevlîbûna 300 delegeyan despêkir. Di konferansê de Komiteya Jinên Êzidiyên Rojava, Kongra Star, Endama Konseya Rêveberiya KCK’ê Sozdar Avesta jî amadebûn. Her wiha rojnamegerên ji Ewrupayê jî hatin tevlî konferansêbun. Jinan bi kincên geleri û deqeyek rêzgirtinê dest bi konferansê kirin.
Piştî rêzgirtinê bi hilbijartina 5 kesên dîwanê konferansê despêkir.
(zt)