Zengilê dibistanên Rojava lêket
13:30
JINHA
QAMIŞLO - Li tevahiya Kantona Cizîrê dengê zengila dibistanê lêket. Li bajarên Til Temir, Rimêlan û Hesekê nûçegihanên ajansa me li dibistanan geriya û di roja yekemîn de hestên xwendekar û mamosteyan girtin.
Rimêlan
Xwendekar li pişta wan çante û bi kêfxweşî û dilşadî derbasî dibistana Tişrînê bûn, mamoste jî bi morelak mezin pêşwaziya xwendekaran kirin.
Xwendekara bi navê Ala Hisên kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ev sal dê ji bo me cuda be. Em kêfxweşin ku bi pirtûkên zimanê dayikê perwerde bibînin."
Xwendekar Wehid Alfadil jî got: "Em pir kêxweşin ku dubare dest bi xwendinê dikin. Me mamoste û hevalên xwe dîtin. Îsal li kêleka zimanê erebî, em ê fêrî kurdî û ingilîsî jî bibin. Ez ji kurdî pir hez dikim. Ji ber hevalên min hemû kurdin, ez dixwazim zimanê wan jî fêr bibim."
Xwendekar Mîlad Gewriye jî got: "Ez şadim ku hatime dibistanê. Min pir bêriya dibistana xwe kirbû. Ez bi hêvî me sala were pirtûkên bi zimanê Suryanî jî hemû amade bibin û em Suryan jî zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.”
Hesekê
Li bajarê Hesekê jî weke her deverê zarokan berê xwe dan dibistanê. Nûnera dibistana Ebdullah El-Qadirî ya seretayî ya taxa Miftî li bajarê Hesekê Hemrîn Hisên kêfxweşiya xwe bi vebûna dibistanê û hatina hejmarek mezin xwendekaran wiha anî ziman: "Em îro bi vekirina dibistanan kêfxweşin. Xwendekar jî hejmareke pir îro di polên xwe de amade bûn. Li dibistana me 17 ref hatine amedekirin ji bo şagirtan. Ji refê yekemîn heta refa 6, hejmarê şagirtan ne zelal e ji ber roja yekem e û her roj zêdetir dibe. Hejmara mamosteyanjî 21 e. Ez hêvîdarim perwerde bi rengeke rêxistinkirî berdewam bike û xwendekarên me jî wate û girîngiya vê perwerdeyê baş derxin zanebûnê, xwe pêş bixin."
Til Temir
Îro demjimêr 8'an li bajarê Til Temir û gundewarên wê ya kantona Cizîrê bi awayeke fermî deriyên dibistanan vebûn. Nûnera dibistana şehîd Nayif Salim Emel kêfxweşiya xwe ji bo vebûna dibistanan anî ziman û got: "Mamoste û xwendekar bi coşeke mezin berê xwe dan dibistanan.Van mamosteyên me di betlaneya hevînê de perwerdeyeke berfirehdîtin, da ku bikaribin nifşek azad û nû avabikin. Yek ji tişta herî watedar jî ewe ku di dibistanên me de mafê her xwendkaran heye ku bi zimanê dayikê bixwîne û binivîse."
Mamoste Cemîle Eyo jî vekirina dibistanan pîroz kir û wiha axivî: "Tişta herî xweş ku hejmara xwendekaran gelek e û dê her xwendekar fêrî zimanê xwe bibe. Dibistan pir girîng in. Ji ber ew fêrî ziman, çand û exlaqê dibin."
xwendekara bi nav Nûrda Elî (8) jî kêfxweşiya xwe wiha parve kir: "Kêfxweşiya min ji ber dîtina hevalên xwe û mamosteyên xwe ye. Em ê îsal pir tiştên nû fêr bibin."
Xwendekar Elî Yûnis (7) jî got: "Ez û hevalên xwe pir kêfxweşin ku dibistan vebûne. Em ê hem pir tiştan fêr bibin, hem jî bi hev re bileyîzin."
(kom/zt)