Jinên Kobanê bi yek dengî azadiya Abdullah Ocalan xwestin

14:43

JINHA

KOBANÊ – Bi pêşengiya Kontra Star jinên Kobanê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî lidarxistin. Meşa dirêj ji qada Jina Azad ya bajêr despê kir, heya Şaredariya kevin berdewam kir.

Jinên Kantonê û Girê Spî tevlî meşa girseyî ya ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla Kongreya Star ve hatiye organîzekirin bûn. Meş ji qada Jina Azad heya şaredariya kevin ya bajrê meşiyan. Di meşa Tevgera Jinên Ciwan, Kongreya Star û TEV-DEM jî beşdarbûn de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên “Em ê bi ruhê militaniya Apoyî tecrîdê bişkênin”, “Bi ronahiya şehîdan em tolê hilînin” û “Azadiya Rêber Apo teminata aştiya Rojhilata Navîn e” hatin hilgirtin.

Girseya gel bênavber dûruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” berz kirin. Meşa jinan li ber şaredariya kevin dawî bû û li wir axaftin hatin kirin.

Endama Desteya Jinê Bêrîvan Hesen axivî û got: "Em bi dilgermiya we û ruhê Viyan û Arînan silavên germ ji Reber Apo re dişînin. Divê em li hember êrîşên dijminên xwe bêdeng nemînin, çawa ku jinên Kurd êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê şikandin, em ê jî êrîşên dijminên xwe li tevahiya Kurdistanê dawî bikin. Em ê li dijî tecrîdê jî bibin yek deng, yek bertek."

Rêvebera Kongreya Star Şîlan Kobanê jî wiha axivî: "Dijminên me çiqas şerê me bike, em ê li dijî wan derkevin. Ji bo civakeke azad pêwîste jin û Rêber Apo azad bibe."

Rêvebera Kongreya Star ya bajarê Girê Spî Dalya Mihemed jî got: "Ez ser navê jinên Girê Spî tecrîdê şermezar dikim. Serok Apo dixwaze biratiya gelan pêk bê. Em bi hevîdarin ku Rêber Apo bi têkoşîna hevbeş ya jinan azad bibe."

Çalekî bi dûruşmeyên “Bijî Rêber Apo” dawî bû.

(kom/en/zt)