Sebahat: Em bi hevgirtinê dikarin jiyana nû avabikin
16:07
JINHA
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, di kongreya ESP'ê de bal kişand ser avakirina jiyana nû û wiha got: "Em li Kurdistanê û hûn li Tirkiye têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em dê bi têkoşîna xwe jiyanek nû li ser bigehê azadiyê ava bikin."
Rêxistina ESP'ê li Enqereyê 3'emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. ESP'ê kongreya xwe bi şîara "Em xwe bi rêxistin bikin, bibin yek û faşîzmê têk bibin" li Yenî Sahne pêk anî. Di Kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Wekîlê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, Serokê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, Hevserokê Giştî SYKP'ê Ahmet Kaya, Serokê EMEP'ê yê Enqereyê Îlke Işik Dayikên Aştiyê û malbatên şehîdên Pirsûs û Gaziyê û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî serkeftinên xwe ji bo kongreyê xwest û wiha got: "Em di pêvajoye gelek zor û aloz re derbas dibin. Ev pêvajo di heman demê de ji bo me pêvajoyek erênî ye. Em dikarin bêtir xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe xurt bikin. Hêzên ku têkoşîna hevpar dimeşînin pêdiviya wan bêtir bi yekîtiyê heye. Di vê pêvjoya dijwar de divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin. Em li Kurdistanê hûn li Tirkiye divê bêtir xwe bi rêxistin bikin. Divê bêtir em jiyana azad bi rêxistin bikin û xwe azad bikin. Em dê bi hevre jiyanek nû ava bikin."
Sebahat, da zanîn ku dewlet li Tirkiye û Kurdistanê heye û bi taybetî bi rejîma ku salek e li Kurdistanê xistiye meriyetê bêtir bi pêvajoya OHAL'ê re xwe dide nîşan û wiha domand: “Li gel hemû êrîşên dijwar nikare hêviya kurdan tune bike û têk bibe. Wisa difikirin ku zilm û zorê serê kurdan bitewînin. Lê xwe dixapînin. Bi riya Mehmet Ocalan bi Rêbertiyê re hevdîtin pêk hat. Lê di heman rojê de qeyûm tayînî 24 şaredariyên DBP'ê kirin. Piştî tayînkirina qeyûmê karê ewil alên Tirkiye bi avahiyên şaredariyê dakirin. Tabelayên kurdî daxistin. Çi bikin bila bikin nikarin serê gelê kurd bitewînin."
Sebahat, êrîşên li ser kedkar û parêzeran jî rexne kir û wiha got: "Li meclîsê 3 partî bûn yek û qanûna bingehîn ava dikin. Navê vê yekê faşîzm e. CHP jî şirîkê vê faşîzmê ye. Divê hemû kedkar û karkerên Tirkiye li dijî van polîtîkayan bêjin ‘Edî Bese.’ Ger ku îro yekîtiya gelan û biratiya gelan pêş nekeve dê kengî pêş bikeve.”
(zt)