ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li Okmeydani ya yek ji taxên berxwedanê ye bi destê dewletê tiryak tê firotin. Jinên li Okmeydani dijî wiha gotin: “Polîsên ku dema em çalakiyê pêk tînin êrîş dikin, ji firotina tiryakê re deng nakin. Bi piştgiriya polîsan bi rehetî tiryak tê firotin.” Jinan ji bo çalakiya wê di 1’ê cotmehê de li Okmeydani pêk bînin banga tevlîbûnê kirin.
*Ji akademîsyenên Zanîngeha Kocaeliyê Hulya Kendîr ku bi KHK’ê ji peywirê hat durxistin diyar kir ku AKP hewl dide pergala perwerdê bike yek tîp û banga xurtkirina piştevaniyê li hemû aliyên demokrat kir.
*Nûçegîhana rojanmeya Evrensel û Hayat TV Serpîl Berkê têkildarî ku rojnameya Akîtê, rojnameya Evrenselê hedef nîşan dabû de axivî û got: “Em li dijî zextan rêya berxwedanê jî dizanin, ji ber ku em hêza xwe ji gel digirin. Yên ku dibêjin qey wê ev li dijî van êrîşan bitirsin, xwe dixapînin.”
*Piştî qayyûm tayînê şardariya Şemrexê hat kirin karkeran dest ji kar bedan û jinan bertek nîşan dan. Jinan got şaredarî bi kedek mezin û encama nirxan de qezenc kirine û gotin wê qayyûman nas nekin. Jinan got: “Ger em dest jê berdin emê dest ji îrade, namûs û şerefa xwe berdin. Di serî de jin divê hemû gelê me rabe ser piyan. Divê em têkoşînê mezin bikin.”
*Besra Samî ku li Mukusa Wanê dijî li dijî ferzkirinê civakê îstîhdama xwe ava kir û esnafiyê dike. Besrayê got: “Bi salane em li dijî zîhniyeta serdest a mêr têdikoşin. Têkoşîna me wê zehmet be lê şerte ku jin di qada aboriyê de azad bibe.”
*Jinên xebatkar yên Ferqînê li hember tayyîna qayyûman xebat rewastandin û diyar kirin ku, tayyîna qayyûman hember nasnameya jinan e.
*Jinên Amedê bertek nîşanî îşkenceya ku li ser endama YJA STAR’ê Saîme Avaşîn (Avaşîn Gabar) pêk hatî dan û diyar kirin ku divê kesên îşkence pêk anîne bi lezgînî bên darzandin.
*Hevşaredara Kantona Kobanê Zehra Berkel têkîldarê tayînkirina qeyûmên ya li ser şaredariyên bakûrê Kurdistanê nirxandin kir û got ku, wê tevahî pêk anînê dewletê li hember vîna gel têk biçe.