Hevşaredara Kantona Kobanê: Desteserkirin bi polîtîkayê înkar û îmhayê ve girêdaye
09:01
Zahîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ- Hevşaredara Kantona Kobanê Zehra Berkel têkîldarê tayînkirina qeyûmên ya li ser şaredariyên bakûrê Kurdistanê nirxandin kir û got ku, wê tevahî pêk anînê dewletê li hember vîna gel têk biçe.
Dewleta Tirkiyeyê bi darbeyeke siyayî, dest bi êrîşên topyekûn li ser vîna siyasî û civakî ya gelê kurd kiriye. Hikûmeta AKP'ê bi girtin, îşkencê, binçavkirin û destdayîna ser vîna gel êrîşên xwe dewam dike. Hevşaredara Kantona Kobanê Zehra Berkel, derbarê destdeserkirina şaredariyên ku bi vîna gel hatî qezenc kirin nirxandin kir û helwesta dewletê dervî rêgezên mirovahî nirxand û wiha got: "Em desteserkirina şaredariyên bakûrê Kurdistanê şermezar dikin. Ev kiryar jî li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk tê. Siyasetmedar, nûnerên vîna gel, mamoste û karmendên kurd ji kar têne avêtin. Pir eşkereye ku ev bêhûquqiyeke pir mezin e ku li ser gelê kurd pêk tê û divê bê bertek nemîne."
'Gel wê ji zilma dewletê rizgar bibe'
Zehrayê da zanîn ku, armanca hûkumeta faşîst ya AKP'ê ew e ku bi rêya qeyûman vîna gel bişkîne û wiha domand: "AKP kesên girêdayî xwe yên ku ji hêla vîna gel ve nehatine hilbijratin, li şûna hilbijarderên ku gel ew destnîşan kirine bi cih dike. Ev pêkanîn bi polîtîkayê înkar û îmhayê ve girêdaye. Hêz û vîna gel ji tevahiya çek û zextên desthilatdariyê bi hêztire. Lewre em pê bawerin ku dê ev komplo jî were vala derxistin û gelê me dê bi berxwedaniyê ji zilma AKP'ê û dewleta faşîst a Tirk rizgar bibe û xwe bixwe birêve bibin."
'Em ê bi hevre dawî li zordestiyê bînin'
Zehrayê bi lêv kir ku ew wek şaredariya Kantona Kobanê piştgirî didin endamm û rêveberên şaredariyên bakûrê Kurdistanê û wiha axivî: "Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de gel û şaredariyên li bakûrê Kurdistanê berdêlên mezin ji bo azadiyê Kobanê dan. Em ê jî li gel wan bin, em ê bi hevre dawî li zordestiyan bînin."
(en/rc)