Gelê Okmeydani di 1’ê cotmehê de li dijî tiryakê çalakiyê pêk tîne
09:02
Oyku Dîlara Keskîn / JINHA
STENBOL- Li Okmeydani ya yek ji taxên berxwedanê ye bi destê dewletê tiryak tê firotin. Jinên li Okmeydani dijî wiha gotin: “Polîsên ku dema em çalakiyê pêk tînin êrîş dikin, ji firotina tiryakê re deng nakin. Bi piştgiriya polîsan bi rehetî tiryak tê firotin.” Jinan ji bo çalakiya wê di 1’ê cotmehê de li Okmeydani pêk bînin banga tevlîbûnê kirin.
Li Okmeydani ya Stenbolê dewlet polîtîkaya asîmîlasyonê pêk tîne. Wek gelek taxên şoreşger li taxa Okmeydani jî çeteyê tiryakê hene. Gel diyar kir ku dewlet lidijî çeteyan bêdenge û gotin ew li dijî tiryakê wê dest ji têkoşînê bernedin. Gelê Okmeydani wê di 1’ê cotmehê de li dijî tiryakê saet di 18.00’an de çalakiyê pêk bîne.
‘Tiryak ne terore lê çiye?’
Ji Malên Gel Ayşe Dişkaya ku bi salane li taxê dijî diyar kir ku ji malbata wê ji ber tiryakê zehmetiyan dikişînin û got: “Neviyê xalê min dest bi tiryakê kiribû. Lê herî dawî bavê wî zarokê xwe kuşt. Bav di girtîgehê de û zarok jî di gorê de ye. Tiryak her tiştî wêran dike. Tiryak ne terore lê çiye?Çete nekarin bikevin cihê bi rêxistin lê li kahweya Acisu û Şarkê firotina tiryakê zêde ye. divê cihê firotin û bikaranîna tiryakê bê gotin.”
Ji bo çalakiya 1’ê cotmehê bang
Salîhayê di berdewamiyê de got divê her kes li dijî tiryakê bi hestiyar tevbigere û wiha got: “Sedema tiryakê desthlatdariye. Malbatên zarokên tiryakê bikartînin wê çi bikin gelo?çareseriya vê nîne ji ber gel xizane. Dema em çalakiyan pêk tînin polîs êrîşê me dike. Di bin mizgeftê de tiryak tê firotin. Ka ew der cihên îbadetê bûn? Ji bo kezeba me neşewite divê em tevlî çalakiya 1’ê cotmehê bibin.”
‘Polîs li dijî kesên li dij tiryakê ne têdikoşe’
Ji KJA ya Okmeydani Ayşe Aksoy jî destnîşan kir ku li Okmeydani firotina Tiryakê û bikaranîna wê daketiye temenê biçûk. Ayşeyê wih agot: “Fikarên me zêde ne. Tenê aliyek li dijî vê dertên. Zarokên bi salan berê min nas dikirin mezin bûn û bikartînin. Wek miriyên dijîne. Îxbarên tên kirin nayên nirxandin. Ciwanên li dijî tiryakê têdikoşin, polîs mudaxaleyê wan dikin. dest nadin çeteyan. Ev bi zanebûn tê kirin. Ciwanan bi tiryakê ji siyastê qût dikin. Zarokên Tiryakê bikartînin divê bên saziyên welatparêz sosyalît.” Her wiha Ayşeyê jî ji bo çalakiyê bang kir.
Ji HDP’a Okmeydani Eylem Toy jî wiha got: “Polîs li dijî firotina tiryakê bêdenge. Bi piştgiriya polîs firotin bi rehetî têkirin.Ji bo pêşeroja zarokên xwe em di 1’ê cotmehê de tevlî çalakiyê bibin.”
(dyc/hu)