Akademîsyen Hulya Kendîr: Roj roja piştevaniyê ye
09:03
JINHA
KOCAELÎ- Ji akademîsyenên Zanîngeha Kocaeliyê Hulya Kendîr ku bi KHK’ê ji peywirê hat durxistin diyar kir ku AKP hewl dide pergala perwerdê bike yek tîp û banga xurtkirina piştevaniyê li hemû aliyên demokrat kir.
Piştî hewldana darbeyê bi pêkanîna OHAL’ê re bi Biryanameya Hukma Qanûnê gelek akademîsyen û mamoste ji kar hatin durxistin. Akademîsyena ji Zanîngeha Kocaeliyê Hulya Kendîr diyar kir ku AKP hewl dide perwerdehiyê biyek yek tîp û hîndekarên li dijî vê polîtîkayê derketine jî ji kar hatine durxistin. Hulyayê wiha got: “Tişa hatiye serê akademîsyen û mamosteyan ne rewşeke balkêşe. Di 15’ê Tîrmehê de hewldana darbeyê çêbû. Belê em li dij darbeyê ne lê di vê pêvajoyê de zextên mezin li ser qada perwerdê bûn. Em dibînin beyî ku mafê gotin û parastinê bidin mirovan, ji kar dur dixin û îxrac dikin.”
‘Divê muxalefeta civakî baş bê rêxistinkirin’
Hulyayê di berdewamiyê de got mamoste, akademîsyen û xebatkarên tenduristiyê yên ji kar hatine dur xistin wê di alî civakê de valahiyek mezin derxe holê û got: “Em bi kar û barê bi guman ji pîşeya xwe tên girtin. Di vê pêvajoyê de em kesên ji peywirê hatine girtin, kesên ji mafên perwerde û tenduristiyê bêpar mane û civak bibin yek wê em karibin baş li pêşeroja Tirkiyeyê binêrin. Lê em muxalefeta civakî baş rêxistin nekin wê dewlet civakê bi awayekî topyekun biguhere û bi zextên mezin re rû bi rû bimînin.”
Hulyayê destnîşan kir ku divê hemû rêxistinên girseya demokratîk, kesên di siyaseta çep de cih digirin, tevgerên xwendekaran û kesên ji nêrînên cuda divê bi hevre tevbigerin û xwe xurt bikin.
Hulyayê di dawiyê de bi lêv kir ku xwendekarên wan her tim piştgirî dane wan û got ew di alî xwendekarên xwe de bi hêviye.
(bk/hu)