Jinên Şemrexê li dijî qayyûman banga têkoşînê dikin
09:09
JINHA
MÊRDÎN - Piştî qayyûm tayînê şardariya Şemrexê hat kirin karkeran dest ji kar bedan û jinan bertek nîşan dan. Jinan got şaredarî bi kedek mezin û encama nirxan de qezenc kirine û gotin wê qayyûman nas nekin. Jinan got: “Ger em dest jê berdin emê dest ji îrade, namûs û şerefa xwe berdin. Di serî de jin divê hemû gelê me rabe ser piyan. Divê em têkoşînê mezin bikin.”
Bi Biryanameya Hukma Qanûnê re (KHK) ji 11’ê îlonê heta niha hejmara şaredariyên DBP’ê ku qayyûm tayîn kirinê gihişt 25’an. Karkerên şaredariya Şemrexê dest ji kar berdan. Hat hînbûn ku AKP û HUDA-PAR’î li şûna karkeran dest bi kar kirin.e Her wiha Mala Jinê ya Ş. Rewş jî hat girtin. Jinên Şemrexê diyar kirin ku ew qayyûman qebûl nakin.
'Em li şaredariya ku qayyûm heye naxebitin’
Xebatkarên şaredariya Şemrexê bertek nîşanê qayyûman dabû û li ber şaredariyê çalakî pêk anîbûn. Yek ji karkeran jî Bêrîvan Doken bû. Bêrîvanê got: “Biryara qayyûmê biryarek qirêje. Dewletê îradeya gel tine kiriye. Şaredarî malên gelin. Lê îro veguhertine qerekolan. Me 35 karkerî xebata xwe da sekinandin. Gel ti carî dest ji îradeya xwe bernadine. Em kekdar û neynika gelin. Em di şaredariyeke ku qayyûm lê heye naxebitin.”
‘Em we nasnakin, qebûl nakin’
Bêrîvanê got bi çalakiya ku 12 rojan li ber şaredariyê meşandine dest bi têkoşînê kirine û got: “Em têkoşîna xwe bir avahiya partiyê. Em li wir nobetê digirin. Em bi çalakiya xwe dibêjin ‘ we nas nkin, qebûl nakin.’ Heta qayyûm rabe emê berxwedana xwe bidomînin. Dewlet dixwaze lîstikên xwe yên qirêj li ser jinê bide meşandin. Lê jin wê ti car serî netewînin.”
‘Em ne zilm û ne jî serokatiya wan qebûl dikin’
Jina bi navê Nîsan Açilan jî got ew qayyûman qebûl nakin û got: “Avahiya şaredariyê veguhertine qerekolê. Li her derê wê polîs û leşker hene. Me gelê Şemrexê şaredarên xwe hilbijartin. Lê wan qayyûm tayîn kirin. Em wan qebûl nakin. Em bimrin jî dest ji şaredariyên xwe bernadin.”
Hevsreoka DBP’a Şemrexê Hamidiye Kapan jî got cihê wan di bin dagirkirinê de ye û got: “Em diçûn şaredariyên xwe. Lê niha nekarim biçim. Her der tije polîs, leşker û tîmên taybetin. Kes nekare ber re debasb e. Li şûna şaredarê me qeymeqam runiştiye. Em vê qebûl nakin.”
‘Me bi kedek mezin qezenc kir’
Endama Meclîsa Şaredariyê Zarîfe Delek jî bi lêv kir ku îradeya wan ji destê wan hatiye girtin û got: “Dema faliyetên şaredariyê dihatin meşandin em bi gel re din ava diyalogê de bû. rexne û kêfxweşiyên xwe dianîn ziman. Mala jinan hebû. Xebatên çandî dihatin meşandin. Em vê qayyûma hatiye ser îradeya me qebûl nakin. Emê şaredariya xwe ji nûve bigirin. Me bi kedek mezin qezenc kir.”
‘Ji jinan û îdeolojiya wan tirsiyan’
Endama Meclîsa Şaredariyê Fehîme Hamaratê jî ev tişt anîn ziman: “Me xebatên jinan jî dimeşand. Xebatên şaredariyê bi giranî li ser jin û ekolojiyê bû. me jin tevlî jiyanê dikirin. Me pêşî li betonê digirt û ekolojî diparast.Beriya xebatên şaredariyê ez li malê bûm û min li zarokan dinêrt. Ez tevlî xebatan bûm. Dewletê ji ber pêşveçûna jinên Kurd û xebatên wan dît qayyûm pêk anîn. Wê jin bi ser kevin.ji jinên Kurd û îdeolojiya wan tirsiyan.”
‘Em îradeya gel hatin, em dixwazin bi îradeya gel biçin’
Endama meclîsa şaredariyê Safiye Kapçakê jî wiha got: “Ez di komîsyona civakî, çandî û îmarê de bûm. Me herî dawî ji bo navê çar parqên çêkirin têkoşîn dida. Em îradeya gelin. Ancax em bi îradeya gel dikarin biçin. Em kesên hatine tayyînkirin qebûl nakin. Ji bo vê çi ji destê me bê emê bikin.”
(kom/hu)