Jinên Amedê: Di şexsê Saîmeyê de dixwazin têkoşîna jinan ji holê rakin

09:43

Zeynep Durgut/JINHA

AMED- Jinên Amedê bertek nîşanî îşkenceya ku li ser endama YJA STAR’ê Saîme Avaşîn (Avaşîn Gabar) pêk hatî dan û diyar kirin ku divê kesên îşkence pêk anîne bi lezgînî bên darzandin.

Saîme Avşîn (Avaşîn Gabar) li bajaroka Rubaroka Şemzînana Colemêrgê bi birîndarî ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû girtin û îşkencekirin. Dîmenên îşkencê yê ku ji aliyê leşkeran ve hatî kêşan rastî bertekê jinan ya tund hat. Hat zanîn ku, Saîme di Girtîgeha Tîpa M ya Wanê de tê girtin. Jinên Amedê bertek nîşanî îşkenceya ku li Saîmeyeyê hatî kirîn dan û gotin ku divê kesên îşkence pêk aniye bi lez bên darizandin.

‘Îşkenceya li ser bedena Saîmeyê pêk hatî bi zanebûn û polîtike’

Jina bi navê Sûmeyye Ekîn anî ziman ku, îşkenceya ku li ser Saîmeyê hatî kirin li dijî her birdoziyan û olane û wiha axivi: ”Bi rastî ew îşkenceya ku, li ser Saîmeyê hatî kirin êrişa li ser bedena hemû jinan bû. Em li hemberî her cûreyên şiddetê ne.Em destûr nadîn ku, bedenên me bên îşkence kirin. Em hemû misilmanîn lê dema em li kiryarê leşkeran dinêrin, em dibînin ku ew ne mislimantî hestên xwe yê mirovbûnê wenda kirine. Hêza tu kesî têr desthilatdariyê li ser jinan bike nake. Em qebûl nakin ku ser jinan şîddet û îşkence bê kirin ji xwe em destûr nadin vê hişmendiyê. Ez vê bûyerê şermezar dikim. Ez wisa difikirim ku ev êrîş bi zanebûn û polîtike. Ji ber ku gerilla bû ev zilm li ser birinên wê kirin. Birdoziya mirov çi be bila ew be tu kes nikare ser bedenan mirovan îşkenceyê bike.Heya ku pêxember jî dilgirên wan ji bo ku canê wan ne êşe benikên destên wan sivik girê didan. Divê ev tişt neyê qebûl kirin jin vê qebûl nekin.”

‘Ev êrîşa li ser Saîme yê neçarbûna dewletê radixe ber çavan'

Mûslîme Ertugrul jî bi lêv kir ku, ew ê li ber xwe bidin û wiha got: "Ew îşkenceya li ser bedena Saîme yê hatiye kirin êrişa li hemberî têkoşina jinan bû. Ev êrîş di şexsê Saîme yê de li ser bedena jinan pêk anî ye. Ev bi tena serê xwe hoviti ye. Mirovek birindar be mirov li ser zilmê bike. Em vî tiştî qebûl nakîn. Ev nêçarbûna dewletê radixe ber çavan. Gelo ew bi kîjan wijdan û hêstan ve tevdigerin. Ev zilm li ser bedena tevahî jinan bû. Em vê qebûl nakin û divê bi lez ew kes bê darizandin û Saîme jî bê derman kirin. Jin divê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.”


‘Jinên kurd ji ber ku têkoşerin tên hedef girtin'


Mehtap Hûsûnet jî da zanîn ku, hêzên dewletê bi hedefgirtina bedena jinan dixwazin têkoşîna jinan ji holê rakin û wiha domand: "Îşkenceya li ser bedena Saîme hatî kirin, tê wateyê hedef girtina nirxê mirovahiyê. Saîme tevî birînên wê ew xistin girtigehê. Pêwîste ku, gel jî vê yekê qebûl neke û tevahiya jinan jî li hemberî vê zilmê bisekînin. Jinên kurd ji ber ku, têkoşerin her tim li aliyê dewletê ve tên hedef girtin. Kesên ku dibêjin em xwedî wijdanîn divê vê yekê qebûl neke û dengê xwe bilintir bike. Di şexsê Saîme yê de bedenan hemû jinan hatiye hedef girtin em ê vê qebûl nakîn.”

‘Tevahî jin divê li hember şîdet û êrîşan bibin yek'

Fatma Bozkurt jî bal kişand ser tundiya ser jinan û da xuya kirin ku, divê tu kes vê qebûl neke û wiha pê de çû: ”Ez destpêkê êriş û tundiya li ser jinan şermezar dikim. Hebûna jinê her tim pîroze. Jin rêvebera malbatan û kolanan ne. Jin hebûnek hêja ye. Li tirkiyê ew kesên ku li ser jinan şîddetê pêk tînîn nayên ceza kirin an jî cezayek mezin nayê dayîn ji ber wê jî şîddet û êrîş her ku, roj diçe zêde dibe jin tevahî bila bibin yek û li hemberî şîddet û êrişên li ser jinan bisekinin û qebûl nekin.”

(tm/rc)