Koma Awazê Çiya bi stranên xwe gel kêfxweş kir
09:49
JINHA
AMÛDÊ- Koma Awazên Çiya bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" konserek ji bo gel pêşkêş kir.
Koma Awazên Çiya li bajar û herêmên cuda yên rojavayê Kurdistanê konseran lidar dixîne û stranên xwe yên herî zêde têne hezkirin, ji gel re pêşkêş dikin. Li ser vexwendina TEV-ÇAND a bajarê Amûdê, Koma Awazên Çiya li bajar konserek pêşkêş kir.
Di konsera Koma Awazên Çiya de gel ji bajarên Hesekê, Qamişlo û gundên girêdayî Amûdê jî beşdar bûn. Konser bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" li meydana şahiyê ya bajêr pêk hat. Nûner û rêveberên bajêr jî tevlî bûn.
Bi çepikên germ ên girseya gel Koma Awazên Çiya derketin ser dikê û stranên xwe yên xweş gotin. Li ber stranên xweş ên komê jin û ciwanan jî govend gerandin û bi tîlîlî û diruşmeyan kêfxweşiya xwe anîn ziman.
(rh/en/rc)