Jinên Başûr: Ji bo jin di qada siyasî de bibe xwedî statû ew ê têkoşîna me bidome

10:57

JINHA

KERKÛK - Jinên ku tevlî komxebata KNK’ê ya li başûrê Kurdistanê bûne diyar kirin ku, tu projeya hikûmeta herêmê ji bo çareseriyê tuneye û gotin ku ew ê wek jin têkoşîna bûyîna statû nava qadên siyasî de bidin.

Li bajarê Kerkûkê bi mebesta gotûbêjkirina pirsgirêkên başûrê Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê, nivîskar, nûçegihan, rêxistinên jin û ciwanan hatin gel hev. Komxebata KNK'ê ya ku di navbera 24-25'ê îlonê de pêk hatî bi nîqaşên girîng bi dawî bû. Jinên ku tevlî komxebata du rojan bûne ji ajansa JINHA'yê re nirxandin kirin.

'Pêk hatina komxebaetê gelek girînge'

Yek ji çalakvana jin Dilsoz Zengene diyar kir ku, pêk anîna komxebatek bi vî aweyî ji aliyê KNK'ê ve gelek girînge û wiha got: "Li başûr di nava rewşek wiha aloz de, em dikarin çand û baweriyên din bînin gel hev. Em hêvîdarin ku ev komxebat bibe encam ji bo her çar aliyên Kurdistanê. Ji bo çareseriya pirsgirêkan, li ser zemînek demokrastîk divê ji her tevlîbûnek ji her alî ve bên kirin. Bi taybet jî li başûrê Kurdsitanê alozî derketiye asta herî jorê. Di vê kom civînê de nirxandinên girîng ji bo gava yeketiya netewî û çareser kirina pirsgirêkan pêşketin. Pêwîste ev civîn nebe civîna dawî û ji bo wê xebat bikin."

'Civak û jin bûn qurbanê nakokî û lîstika hikûmetê'

Seroka Desteya Jinan ya Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen di derbarê komxebata ku KNK'ê daye destpêkirin de wiha axivî: "Di komxebata du rojan de li ser pirsgirêkên başûrê Kurdsitanê hat rawestandin. Bi giranî li ser çareserkirina pirsgirêkên ku vegûheriye girêkên mezin hat nîqaş kirin. Nûnerên partî û hikûmeta herêmê tu projeyek wan yê çareseriyê pêş neket. Ligel ku hikûmet ji bê rolkirina parlementoyê û rawestandina erkê hin wezîran berpirsyar bûn jî, tu riyek ango projeyek wan yê çareseriyê tune bû. Mînak mijara jin, jin di nav wan aloziyan de du car hat çewsandin. Tu rol di qada siyasî de jêre nehat hiştin. Wek din jî di serî de civak û bi taybet jî jin bûn qurbaniya lîstik û nekokiyên hikûmeta herêmê. Ji bo pêk hatina kongreyek navneteweyî divê tevahî aliyên siyasî, partî, rêxistin, nûner û komele bên gel hev û bikevin hewildana çareseriyê."

'Ji ber polîtîkayê hikûmetê hejmara jinan di qadên siyasî de kêm bûye'

Endama Meclîsa Rêxistina Zehmetkêşanî ya Kurdistanê Niştîman Kemal jî, bal kişand ser hejmara jinan ya di komxebatê de û wiha pêde çû: "Ji ber hikûmet jin bê rol dike, hejmara jinên ku di nava siyasetê de cih bigrin kêm dibe. Ev yek jî di demeke ku behsa pirsgirêkên girîng yên netewî û siyasî tê kirine. Lê jin pir kemin. Hewl û çalakiyên me zêde hene bo tevlî buna jinan di qada siyasetê de. Bi hatina hikûmeta başûr ya ser îxtîdarê hejmara jin di qadên siyasî gelek kêm bûne. Salên borî rêveberên kurdan hîn zêdetir li ser nekokiyên navxweyî mijûl dibûn. Wek jin me dixwast tevahî aliyên siyasî tevlî civîna komxebatê bibane. Em ê wek jin pêşengiya xebatê bikin. Ji bo jin di qada siyasî de bibe xwedî statu ew ê têkoşîna me bidome."

(şb/rc)