Saniye Ektî serbest hat berdan
12:42
JINHA
AMED - Pîra 76 salî Saniye Ektî ku nan û av neda leşkeran û hat binçavkirin, piştî lêpirsînê serbest hat berdan.
Leşkeran duh li gundê Helhelê yê navçeya Hezro ya Amedê bi ser malan de girt. Leşkerên bi ser mala pîra 76 salî Saniye Ektî de girtin, bi hinceta nan û av xwestine û daxwaza wan hatiye redkirin pîra 76 salî binçav kirin. Leşkeran pîra 76 salî birin Fermandariya Cendirmeyan a Hazro û piştî îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan.
Saniye Ektî dema di 28'ê Mijdara 2015'an de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî daxuyanî dabû çapemeniyê beriya ku Tahir Elçî bê qetilkirin bi wî re hevdîtin kir û ji Tahîr Elçî xwestibû ku ev şer bi dawî bibe û dîsa vegerin ser axa xwe. Saniye wê demê xwestibû ku li ser axa xwe azad bijîn. Piştî diyalogê çend deqîqe şûnde Tahîr Elçî hatibû qetilkirin.
Saniye piştî mala wê ya Sûrê hat dagirkirin dîsa vegeriya gundê xwe Helhelê û li wir bi cih bûye.
(zt)