Jiyana girtiyên nexweş Sibel û Ergin dibin talokê dene

13:58

JINHA

ÎZMÎR - Girtiyên Girtîgeha tîpa R a Menemenê Sibel Çapraz û Ergin Aktaş ên ji ber nexweş bûn û nehatin berdan ketin greva birçîbûnê jiyana wan dikeve xeterê. Endama komîsyona Navendî ya ÎHD'ê Prz. Zeynep Ceren Boztoprak, diyar kir ku ger şertên girtiyan pêk neyê û şert û mercên wan neyên başkirin dê jiyana wan têkeve talûkeyê.

Endama Meclîsa Bajar a Colemêrgê ya DBP'î Sibel Çapraz ku li Girtiya Girtîgeha Tîpa R a Menemenê li gel birîndar girtî ye nayê dermankirin. Dîsa girtiyê siyasî Ergîn Aktaş ku 2 destê wî tune ye, li gel Satiya Tipa Edlî (ATK) 3 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye jî serbest nayê berdan. Alî Ergîn ji 20'ê Îlonê heta niha di greva birîbûnê de ye. Endama Meclîsa Bajar a Colemêrgê Sibel Çapraz ku di 27'ê Mijdara 2015'an de polîsan ji maşîna zirxî gule berdabû wê û bi giranî birîndar kiribû hêj birîna wê giran e. Sibel heta niha 15 caran emeliyat bû, lê ji ber şert û mercên girtîgehê birînên wê rehet nabin. Sibel û Ergîn ku bi birîndarî li girtîgehê tên girtin û nayên tahliyekirin ji bo bên berdan û şert û mercê wan bê başkirin dest bi çalakiya gireva birçîûnê kirine. Heyeta Komîsyona Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan ku di navde Prz. Eren Keskin jî heye li girtîgehê hevdîtin kirin.

Ji endama Heyeta ku bi Sibel û Ergîn re hevdîtin kir Prz. Zeynep Ceren Boztoprak, diyar kir ku berî her tiştî ji bilî Ergîn û Sibel girtiyên siyasî li wê girtîgehê tune ne û wiha got: "Hemû girtiyên edlî ne. Tenê Sibel Çapraz û Ergîn Aktaş siyasî ne. Destûr nadin ku hev ziyaret bikin. Gelek caran destûr nadin ku malbat jî wan ziyaret bikin. Rêveberiya girtîgehê zêde zêde mafên mirovan binpê dike. Rêveberiya girtîgehê bi zanebûn sûc dike."

Prz. Zeynep, da zanîn ku Ergin Aktaş di hucreya yek kesî de tê girtin û di nava şert û mercên gelek giran de dimîne û wiha got: "Li hucreyê serşok tune. Ava germ tune ye. Li kêleka wî leşkerê ku ji sûcê tacîzê hatiye girtî dimîne. Her roj rastî çêr û neheqiyan tê. Em dizanin ku rêveberiya girtîgehê bi zanebûn îşkenceyêli girtiyên siyasî dike.”

‘Bi dehan caran hat emeliyatkirin lê şertê jiyanê pir xerab in’

Prz. Zeynep der barê Sibel Çapraz de jî agahî dan û wiha got: "Sibel jî wekî Ergin heman pirsgirêkan dijî. Bi dehan caran hat emeliyatkirin. Lê şert û mercên wê ji bo tenduristiyê qet ne guncav in. Ji bo şert û mercên wan ên jiyanê baş bibin ketin grevê. Ger ku daxwazên wan pêk neyê dibe ku Sibel jiyana xwe ji dest bide.”

Sibel û Ergîn di daxwazên xwe de bi birhyar in. Dixwazin daxwazên wan pêk. Divê bi lezgîn daxwazên wan pêk bê. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku der barê rewşa wan de de hestiyar tev bigerin.

(zt)