Di baxçê nava bajêr de berhemê dawiya salê tê komkirin

14:04

JINHA

AMED - 40 malbatên Sûrê yên tev li projeya Bostanê Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li tenişta Çemê Dîcle çandibûn bûne, fekîyên xwe yên dawî kom kirin.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serokatiya Daîreya Hêzkirina Aboriya Herêmî û Meclîsa Ekolojiya Bajar a Amedê 4 meh berê projeya "Bostanên Bajar ên Amedê" xistibû merdiyetê. 40 balbatên Sûrê li ser vî Bostanê debara xwe dikirin. Di çarçoveya projeyê de 40 malbatên Sûrê li 300 dolim zevî çandinî kirin û fêkî çandin. 40 malbatên Sûrê ku li vir 4 meh berê fêkî û zebze çandin niha jî berhemê dawî kom dikin. Malbatên ku li van Bostanan firengî, bacan, îsot, fasulî, bamya, xiyar, zebeş, petêx, kuncî çandin fekiyên dawî yên baxçeyên xwe kom kirin.

Berpirsiyara projeyê Fatma Esmer, diyar kir ku fekiyên ku di 7 rojan de firotin li derve firotin û wiha got: "Me berhem û fekiyên xwe li Peyas, Rezan bi giştî li 4 bazarên semtan firot. Malbatan debara xwe li ser van bostanan kir. Dîsa pêdiviyên xwe yên fêkî ji bostan temîn kir.

(zt)