ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00



*Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Salîha Zorlu diyar kir ku sendîka di hedefa deshtilatdariyê d eye û got her xebata li dijî neheqiyê didin meşandin tê astengkirin û got: “Egîtîm Sen bi binçavkirin û girtinan naqede.”

*Jinên Dêrikê diyar kirin ku qayyûma parçeyek qedexeya derketina derve û zilma ku didome ye û got hîna guleyan bi ser wan de dibarînin û gotin: “Em êdî nekarin bikevin şaredariyan. Qayyûm polîtîkaya esaretê ye. em jî nabin dîl.”

*Endama MYK’ê Fatma Gulê diyar kir ku tayyînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP’ê darbeyek li mafê temsîliyeta wekhev a jinê ya di siyasetê d eye û got: “Bi pergala hevserokatiyê jinê di lûtkeya siyasetê de cihê xwe girtiye. Tayînkirina qayyûman darbeyek li jinê ye.”

*Amep Cup ya ji aliyê şaredariya Bajarê Mezina Amedê ve pêk tê û ji herêmê 150 sporîst tevlî bûne didome. şampiyona sala borî Gokçe Çînkîz hemû jinan vexwendiyê turnuvayê dike.

*Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncelê bertek nîşanê îşkecenceya li gerîlaya jin da û got îşkence êrîşek îdeolojîke û got: “Dewlet li dijî jinên polîtîk bi hêrstire. Îro îşkenceya li gerîlaya jin hatiye kirin, sibê li xwendekar, jinek ji kar diçe mal û jinek li kolanê digere jî dikare bê kirin.” Sebahatê banga têkoşînê li hemû jinan kir.

*-AlaMor ya berxwedana jinê û têkoşîna jinê bi hev re dihune dest dide jiyana jinan û muzîkê dike.

*Wênesaz, helbestvan û dengbêja biçûk Sarîn Îsa piranî hestên xwe bi huneran dihûne.

*Mamosteyên ji peywirê hatîn girtin gotin: “Em ê bi hev re heya dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

*Jinên bajarê Sirînê yên ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûn diyar kirin ku, rojên wan yên tarî bi ser ronahiyê ve qulipî û gotin ku, ew êdî bi azadî xebatên xwe pêk tînin.