‘Em ê mamosta li gel xwendekarên xwe doza mafê xwe bikin’

09:05

JINHA

WAN - Mamosteyên ji peywirê hatîn girtin gotin: “Em ê bi hev re heya dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Li tevahiya Tirkiyeyê nêzî 11 hezar mamosteyên Egîtîm-Senê ji kar hatin durxistin. Li gel êrîşên hêzên dewletê jî çalakiyên mamosteyan berdewam dike. Mamosteyên ku ji peywirê hatî durxistin jî diyar kirin ku, ew ê xwedî li mafê xwe derbikevin û heya mafê xwe bistînin dê çalakiyan berdewam bikin.

Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sena Wanê Mamosta Gulcan Kaçmaz Sagyîgît diyar kir ku, Piştî darbe û OHAL a hatî îlankirin ew bi gel hezaran mamosteyan ji peywirê hatine girtin. Gulcan da zanîn ku ew ê ji bo mafê xwe heya dawiyê têkoşînê berdewam bikin û wiha got: “Perwerdeya sala 2016-2017’an bi pirsgirêk derbas dibe. Xwendakar bê mamoste diçin dibistanên xwe. Ji ber ku hemû mamoste ji peywirê hatin girtin. Me hemû tişt ji bo zarokan dikirin. Dema ku em diçûn dibistanê em ne tenê mamostebûn, caran me birînên yêk derman dikirin.”

‘Em piştgirî didin gotina Ayşe Çelîk’

Gulcan ji bo mamosteya bi navê Ayşe Çelîk a ku tevlî bernameya Beyaz Show bû û got; ‘Bila zarok neyên kuştin’ derbarê wê de bi îdîya “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin û 28 rewşenbirên piştgirî dan mamoste Ayşe jî doz li wan hatî vekirin û wiha axivî: “Mamoste Ayşe rastî anîn ziman. Em Egîtîm-Sen heya dawiyê piştgirî didin gotina mamoste Ayşe. Ji ber ku têkoşîna me yeke. Mamoste Ayşe dixwast bibe dengê zarokan û ew peyv gotin. Lê belê yên rastiyan tîne ziman dibe hedef û destûr nayê dayîn da ku rastiyan bîne ziman.”

‘Zarok pêşerojin’

Mamosteya bi navê Gulesra Gullu ya ji peywirê hatî girtin jî li Amedê dimîne û ji bo ziyareta mamosteyên Egîtîm-Sena Wanê hatî jî diyar kir ku, ew sendikayên yekeminên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Navnetewine û wiha axivî: “Em li ser biryara sendikaya xwe çûn girevê. Girev mafê sendikaya me ye. Armanca gireva me têkoşîna perwerde û pêşeroja zarokanbû. Em zarokan tenê ji bo ezmûnê amade nakin. Zarok pêşerojên jiyanê ne û em wan ji bo jiyanê amade dikin. Em gelek mamoste ji peywirê hatin girtin. Ji ber çalakiyên sendikayê jî 7 hevalên me hatin girtin. Em ê xwedî li mafê xwe û mamosteyên din jî derkevin. Em ê heya dawiyê li peyî doza xwe biçin. Dê bê aşkera kirin kî sûçdar û kî ne sûcdare. Em bi hev re têkoşîna xwe berdewam dikin.”

(hk/zt)