Jinên ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgarbûne jiyanê nû de înşa dikin

09:08

Rabîa Êto/JINHA

SIRÎN- Jinên bajarê Sirînê yên ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûn diyar kirin ku, rojên wan yên tarî bi ser ronahiyê ve qulipî û gotin ku, ew êdî bi azadî xebatên xwe pêk tînin.

Gelê bajarê Sirînê ya ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hatî rizgarkirin, piştî şer bi dawî bû dest bi xebatên înşakirina jiyanê kirin. Jinên ku êdî bi aweyek azad li kolanan tevdigerin nêrînên xwe bi ajansa me JINHA'yê re parvekirin. Jinan diyar kir ku ew êdî xebatê xwe yê înşakirinê pêk tînin û wiha gotin: "Çeteyan dema ku Sirînê dagirkiribûn, jin mehkûmê jiyana di nava çar dîwaran de kirin û bi çarşefên reş dipêçandin. Lê niha jin bi awayeke azad di nava kuçe û kolanan de bi tena serê xwe digerin, kar û xebatên xwe didin meşandin.”

'Niha êdî jin bi dilê xwe tevdigerin'

Fata Xelef qala zordestiya çeteyên DAIŞ'ê ya li ser jinan kir û wiha got: "Dema çeteyên DAIŞ'ê Sirîn dagir kirin, tarîtî û mehkûmiyet li ser jinan ferz kirin. Em hemû neçar bûn ebayên reş lixwe bikin. Jinek bê ebeyê reş bûya, diavêtin girtîgehan û lê îşkence dikirin. Bi wan ebayên reş me şev û roja xwe ji hev dernedixist. Bi alîkariya gelê kurd, em ji çeteyên hov rizgar bûn. ji ber vê em pir kêfxweş in. Niha jin dikarin li gor dilê xwe tev bigerin. Li her derê ku azad dibe, jin jî pê re azad dibe. Li Minbicê jî bi salan çeteyan zordestî li jinan kirin, em dibînin ku piştî bajar hatin rizgar kirin rewşa jinê jî hat guhertin. Ligel me tu ferq di navbera ereb, kurd û gelên din de tuneye. Em yekin, armanca me jî ew e ku çeteyên DAIŞ'ê li ser axa Sûriyeyê bên tune kirin. Ez bang li hemû jinên ciwan ên kurd û ereb jî dikim ku, tevlî nav refên YPJ'ê bibin û ji bo parastina ax û rûmeta xwe, xwe bi rêxistin bikin."

'Dagirkeriya çeteyan bû sedema têkiliya sar'

Jina bi navê Helîme Îbrahîm jî da zanîn ku, piştî ew ji dagirkeriya çeteyan rizgar bûne, li dikanê cilfiroşiyê dike û wiha axivî: "Çeteyan bi tu awayî nedihişt em ji xwe re li derve karekê bikin. Mînak min nedikarî werim li vê dikanê cilan bifiroşim. Em li malan hatin hepis kirin. Ew ebayên reş li ser me bû. Zilamek bi kincên dirêj derbiketibûya derve jî dibû pirsgirêk, an jî cigare vexwaribûya. Dem ji mizgeftê ezan bixwendana, diviya herkes amade bûya, kesekî kareke wî ya pir girîng jî hebûya, nedibû ku biçe wî karî bike. Herwiha têkîliya di navbera gelan de jî xirab bibû. Me û kurdên li bajêr bi hev re nedida û nedistend. Ligel ku cîrantiya me ya bi salan hebû. Pir şûkur ku bajarê me rizgar bû û em vegeriyan wan heyamên asayî û xweş. Piştî bajar hat rizgar kirin yekem tiştê min kirî ew ebeya reş avêtinbû. Dûvre min dest bi kar û xebatê xwe kir. Niha ez li ber dikanê kar dikim û debara xwe pêk tînim."

'Jin êdî bûye xwedî wê hêza ku daxwazên xwe bîne ziman'


Helîmeyê hêviya xwe ji bo jiyanek aram anî ziman û wiha pêl da gotina xwe: "Ez dixwazim êdî em rojên xweş bijîn. Kesek xwe têkilê kar û jiyana me neke. Bi taybet jî kesek ji jinê re rêzik û pîvanan diyar neke. Jin bikaribe ku di xebatên civakî de cih bigire û wek her kesekê bixebite. Êdî jinên bajarê me gihane astekê ku ew jî çek hilgirin û li dijî çeteyan şer bikin. Êdî jin li mafên xwe digere. Êdî bûye xwedî wê hêza ku daxwazên xwe bîne ziman. Berê zimanê xwe tune bû, me nedikarî tiştekê ji mêran re bêjin, lê ev rewş tê guherîn û em niha nêrînên xwe tînin ziman, ji bo mafên xwe têkoşîn dikin."

'Çete ji ol î îslamiyetê dûrbûn'

Nûre Xetîb jî got çeteyan qaşo li ser navê olê tevdigerin û wiha pêde çû: "Lê ew û olê Îslamiyetê dûrî hevin, bi kuştin û serjêkirinê me tehdîd dikirin. Piştî bajar hat rizgar kirin em êdî rihet bûn. Ji ber ku em ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûn. Berê me ji tirsa wan, ew ebayên reş li xwe dikirin, me nedikarî derkevin derve, piştî em rizgarbûn, wek ku roja me ronî bûye, me ew ebayên reş avêtin.”

(en/rc)