Li Dêrikê zilm ji salên 90’î de ye berdewam dike
09:14
JINHA
MÊRDÎN - Jinên Dêrikê diyar kirin ku qayyûma parçeyek qedexeya derketina derve û zilma ku didome ye û got hîna guleyan bi ser wan de dibarînin û gotin: “Em êdî nekarin bikevin şaredariyan. Qayyûm polîtîkaya esaretê ye. em jî nabin dîl.”
Li Dêrikê di 27’ê Mijdarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û piştî qedexeyê dorpêça li navçeyê didome.
Li gelek nokteyên stratejîk mobese hatine bicih kirin û 24 saetan tê şopandin. Bi êvaran jî gaza îsotê tê reşandin û nahêlin gel ji malên xwe derkevin. Li ser banên xaniyan kame hatine bicihkirin û kuleyeke ku ala tirk lê hatiye xêzkirin heye. Çiya tên şewitandin û heron difirin. Jinên ji dorpêçê nerehetin diyar dikin ku dema şîn tê danîn tên qelebalixê kontrol dikin. jinên ku zilma salên 90’î jî jiyane diyar kirin ku ev êrîş bi qayyûman re zêdetir bûne.
Jinan got tayyînakirina qayyûman û girtina hevşaredarên wan zilma ku bi salane berdewam dike ye û destnîşan kirin ku ew dixwazin êdî ji vê dîlgirtinê xilas bibin û gotin wê ji bo vê her cureyê têkoşînê bidin.
Em nekarin biçin şaredariyan
‘Mehdiye Kutlayê wiha got: “Zilmê l ime dikin. mamosteyên zarokên me ji peywirê girtin. Zarokên me naçin dibistanê. Hevşaredarên me girtîne. Şaredariyên me ji destê me girtin. Em qayyûman qebûl nakin. Em bo mafên xwe têdikoşin. Emê qezenc bikin. em bi xwe bawerin. Beriya qayyûm bên em diçin şaredariyên xwe. Lê êdî em nekarin. Divê her kes rabin ser piyan û li ber şaredariyên xwe runin.”
‘Şaredarî ya me ye’
Cahîdeyê jî diyar kir ku şaredarî ya wane û ew bi rêve bibin û got: “Şaredarî bi zorê hatine girtin. Em dest ji şaredariyê bernadin. Hevşaredarên me ji bo me bi nirxin. Li Dêrikê zext zêde ne. Nekarin vî gelî biqedînin. Heta em hebin emê li ser piya bin.”
‘Bi dengan negirtin, bi zorê digirin’
Emîne Aydinê jî got ew li dijî tayyînkirina qayyûmane û got: “Em biryarê qebûl nakin. Me dengên xwe da vê rêveberiyê. Me AKP nexwest. Ev zilme. Bi dengan negirtin niha bi zordariyê digirin. Emê jî li dijî vê derkevin. Her kesî Kurd bi tenê hiştiye. Divê em bibin yek. Divê gel rabe ser piyan.”
Fatma Dînçê jî got ew şaredariya ku denga xwe dayê nas dike û got ew jiyanek wekhev û adîlane dixwaxze. Azîze Esmezê jî bertek nîşan da û got sed sal derbas be jî wê dest şaredariyê bernede.
(kom/hu)