‘Di mijara aştiyê de divê hikumet berpirsyarî bigire’
10:39
Zeynep Durgut/JINHA
AMED - Jinên Amedê piştevaniya peyama aştiyê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rêya birayê xwe dayî û gotin: “Divê di mijara aştiyê de dewlet berpirsyari bigire.”
Di 11’ê îlonê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî. Abdullah Ocalan bi rêya birayê xwe Mehmet peyama aştî û çareserîyê da. Piştî peyama Abdullah Ocalan şûnde li aliyê dewletê ve tu pêngav nehatine avêtin. jinên Amedê bertek dan vê helwestê û gotin ku, divê dewlet vê peyama aştiyê baş binirxîne.
Jina bi navê Melîha Yilmaz anî ziman ku, peyama Abdullah Ocalan girîng bû û got ku divê li hemberî vê peyamê pêngavên dîrokî bên avêtin û wiha axivi; “Em her tim aligerên kesên aştîxwazin. Abdullah Ocalan niha bi tecrîteke giran re rû bir û ye. Peyama wî ya herî dawî jî peyamek hêja bû. Dîsa bangawaziya aşitiyê û çareseriyê kir. Em dixwazîn ku, dewlet li hemberî vê peyamê bêdeng nemîne bi lez gavek bi avêje. Bila ev bang û peyam bê nirxandin û ji nû ve dest bi mûzakareyê bikin.”
‘Divê daxwaziya gelan bersiv bibîne’
Şadiye Keleçîer jî peyama aştiyê giring dît û wiha got; “Dewlet bi girankirina Tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare daxwaziya gel a aşitiyê biqedîne. Azadî û aşitiya gelên Tirkiyê bi rê û rêbazên Abdullah Ocalan pêkane. Ji ber wê jî divê destpêkê ev tecrit bê rakirin û heyet biçin Îmraliyê. Êdî bila daxwaziya gelê kurd û tirk bê cih. Em piştgiriyê didîn peyama Abdullah Ocalan ji ber ku di pêvajoyê de peyama herî hêzbû, em dixwazîn ku ev peyam bersiva xwe bibîne. Niha Dewletê xwe bêdeng kiriye, divê ev peyam xurtir bê dîtin û ji bo pêşeroja aşitiyê herkes berpirsyariya ku, dikeve ser milan bi cih bîne.”
‘Aşitiya gelan bi azadiya Abdullah Ocalan mûmkûne’
Pelda Alçîçek jî da xuya kirin ku, divê peyama Abdullah Ocalan bê nirxandin û wiha pê de çû; “Abdullah Ocalan di her peyamên xwe de bang li dewletê dike ku, dest bi mûzakereyan bikin. Divê dewlet bi hesas nêzî bibe ji ber ku ev gavên dîrokî ne. Ger bixwazin ku, aşitiyê pêk bînin divê destpêkê tecrîta li ser Abdullah Ocalan bê rakirin niha jî bi rêbazên rojev guhertinê û nebihîstina banga aşitiyê bi riyek din ve dimeşin. Bi rastî jî aşitiya gelan bi azadiya Abdullah Ocalan gengaze. Ji ber ku Abdullah Ocalan li gorî hest û daxwaziyên gel tevdigere, ev jî bi tena serê xwe serkeftina herî mezine. Banga me li dewletê ye ku, li hemberî peyama Abdullah Ocalan bêdeng nemîne bi lez vê bêdengiya xwe terik bike û dest bi gavên mûzakareyê bikin. Em vê tecrîta li ser Abdullah Ocalan jî şermezar dikîn.”
(tm/zt)