Şervana YPJ’ê Ruken Mêrxas li Hesekê hat bîranîn
10:58
JINHA
HESEKÊ - Ji bo bîranîna şervana YPJ'ê Ruken Oso li navenda Xabûr ya Çand û Huner a bajêr, merasîmeke bîranînê hate çêkirin.
Li bajarê Hesekê şervana YPJ’ê Ruken Oso (Ruken Mêrxas) a ku di 13’ê tîrmehê de li Minbicê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. Merasîm a bîranînê ji hêla Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ve hate organîzekrin.Di bîranînê de gelek rewşenbîr, heval, malbat û şêniyên bajêr li Navenda Xabûr a Çand û Huner a taxa Miftî li hev kombûn. Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir.
Di merasîmê de bavê Ruken, Ebdulxeynî Oso Bi dûruşmeya "Şehîd namirin" dest bi axaftina xwe kir û got: "Ruken tim şadiya xwe di jiyanê de danî ziman. Bi taybet dema hamleya Minbicê destpêkir, xwest tê de cîh bigire û tim digot: 'Em bi minbicê re nêzî jiyanê dibin.' Ruken ji hevlatiyê, ji xwendinê û perwerdeyê pir hez dikir. Wiha jî karî zanîngehê biqedîne. Lê Rûken ev yek ji xwe re têr nedît û wek pir hevalên xwe li ser rêya azadiyê meşiya. Di 13'ê tîrmeha sala 2015'an tevlî nava refên YPJ'ê bû û tevli hemleya Minbicêbû. Di 13'ê tîrmeha sala 2016’an de jî di nav hamleya Minbicê de şehîdbû."
Endamê Yekîtiya Roşenbîrên Kantona Cizîrê Mihemed Beşîr Elî jî got: "Rewşenbîr ew roniya civakê ye ku ne tenê êş û derdên civakê dibîne, herwiha jêre derman jî dibîne. Şehîd Rûken pir bi şoreşê ve girêdayîbû. Daxwaziya wê azadiya welat, azdiya gelê xwebû. Pirî caran ji me re digot 'Hûn fêrî perwerdeyan dibin, ez wan perwerdeyan pratîk dikim.' Ev gotineke pir watedar e."
fermandara YPJ'ê Ronî Ehmed jî bi gotina "Em bejina xwe li hember hemû şehîdan ditewînin" dest bi axaftina xwe kir û got: "Şehîd Ruken roleke pir girîng dilîst, ew nirxeke pir mezin bû. Bi şehadeta xwe re jî ev nîşan da. Li ser perwerdeyan disekinî. Dema Hemleya Minbicê destpê kir xwe berpirsyar dît ku bi hevalên xwe re biçe eniya şer. Şehîd Ruken berxwedanî û jina zanyar tîne bîra me û hemû jinên ku wê dişopînin. Dê navê Şehîd Ruken û hemû Şehîdên me hertim zindî bimîne û em ê tucar dest ji vê rêya pîroz bernedin."
Di dewama merasîma bîranînê de belgefilmek li ser jiyana Ruken hate pêşandan.Wekî din peyamên sersaxiyê ku ji aliyê saziyan ve hatibû şandin, hate xwendin û di dawiya merasîmê de ji malbata Rukenê re tabloyek ji fotoyên Ruken hate pêşkêşkirin.
(ee/ls/zt)