Li Amûdê Sîstema Federal Demokratîk hat nîqaşkirin
11:09
JINHA
AMÛDÊ – Civîneke berfireh bi rojeva sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê li Amûdê hat lidarxistin.
Buroya Têkliyên Derve ya TEV- DEM’a Kantona Cizîrê li salona Bêlesan a bajarê Amûdê civîneke berfireh bi rojeva Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê organîze kir. Di civînê de 309 nûner û rûsipiyên eşîrên Kantona Cizîrê beşdar bûn. Nûnerên 15 partiyên Siyasî û hin nûnerên Dêrên Xiristyanan ên Suryan, Kildan û Asûrî jî beşdarî kirin. Her wiha nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Cizîrê jî, amade bûn.
Civîna ji aliyê Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava –Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm û Endama Meclîsê Foza Yûsif, hevserokê buroya Têkliyên Giştî ya TEV- DEM’ê Ebdulselam Ehmed ve hat birêvebirin.
Di berdewamiya civînê de li ser Sîstema Federal Demokratîk û îlankirina wê nîqaş hate kirin. Pêşniyar hate kirin hin têgehên ku di hevpeymanê de derbas dibin û hinek bendên wê werin sererastkirin. Ji bo bendên girêdayî gelan jî hate xwestin ku naveroka wan hîna bêtir were zelalkirin. Di nîqaşan de girîngiya kotaya ku ji bo pêkhateyan hatiye diyarkirin hate ziman.
Foza Yûsif piştî nêrîn û pêşniyaran diyar kir ku ev pêşniyar dê ji hêla komîteya amadekar ve li ber çavan re were derbaskirin û got: "Pêşniyar û nêrînên ku hatin ziman pir girîng bû û ev jî diyar dike ku gelê me ji bo pêşketina sîstema federal di nav lêhûrbûneke taybet de ye û ev cihê kêfxweşiyê ye."
(rh/en/zt)