2. runiştina doza Şermînê 30’ê îlonê ye

11:30

JINHA

WAN - Nûçegihana DİHA yê Şermîn Soydan a ji ber nûçeya xwe ya "Waye belgeya veşarî ya operabyona Geverê" hate girtin û bi cezaya muebetê tê darizandin dê di 30'ê îlonê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadgehê.

Nûçegihana me Şermîn Soydan a ji ber nûçeya xwe ya "Waye belgeya veşarî ya operabyona Geverê" ya der barê operasyona li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 14'ê gulanê de hate girtin dê di 30'ê îlonê de care duyemîn derkeve pêşberî dadgehê. Li bendê ye ku nûçegihana me li doza ku li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê tê dîtin amede be bi daxwaza cezaya muebetê tê darizandin.

Şermîn di danişîna yekemîn de bi hinceta ewlehiyê bi Sîstema SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê axivî. Heyeta dadgehê Serokê Kizilayê ya Colemêrgê Fadil Alçîçek bi şerta kontrola edlî berda bû û heyetê xwestibû Şermîn di dozê de amade be.

Parêzerê Şermîn, Cuneyt Canîş diyar kir ku muwekîla wî 5 meh in girtî ye û di danişîna yekemîn de bersûcê din Fadil Alçîçek hatibû berdan dema ku ew li dosyayê dinêre tiştekî ku bibe sedema girtinê tuneye û wiha got: "Berê jî dozên bi vî rengî hatin dîtin. Can Dundar, Erdem Gul bêyî girtî hatin darizandin. Bêyî hiqûqî biryar hat dayîn."

Cuneyt destnîşan kir ku ji ber ku raya giştî agahdar dikin gelek nûçegihanên DÎHA'yê hatine gritin û wiha dom kir: "Şermîn hê jî girtî ye. Tekane armanca wan çêkirina nûçeyan in tu hinceta vê yeke ya hiqûqî tuneye. Di serî de Şermîn divê raya giştî xwedî li rojnamegerên girtî derkevin."

(zt)