İHD a Wanê ji bo rakirina OHAL ê daxuyanî da

14:14

JINHA

WAN - Şaxa İHD’a Wanê ji bo rakirina OHAL daxûyanî da çapameniyê.

Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (İHD) a Wanê ligel mamosteyên Egîtîm-Senê, KURDI-DER û SES’ê girêdayî bûyerên bi navê OHAL ê tên kirin daxuyanî dan. Di daxuyaniya li Kolana Hûnerê hat dayîn de pankartên weke “Em OHAL ê naxwazin” û “Bila OHAL bê rakirin” hatin bilind kirin. Serokê Şaxa İHD'a Wanê Murat Melet got: “Walîtiya Wanê destûr neda ji bo kampanya OHAL bê rakirin. Em ê di çarçoveya kampanyayê de li kolanan bigerin û îmzayan kombikin.”

Daxuyanî bi çalakiya 5 deqe runiştinê dawibû.

(hk/zt)