Rêxistinên civaka sivil ên Wanê piştgirî dan Egîtîm-Senê
14:59
JINHA
WAN - Rêxistinên civaka sivil ên Wanê ji bo mamosteyên ji peywirê hatîn girtin deklerosyonek hevpar amadekirin û diyar kirin ku mamosteyên ji peywirê hatî durxistin divê di demek nêz de biçin li ser karê xwe.
Rêxistinên sivil ên Wanê KESK, MEYA-DER, KURDİ-DER, MHD, İHD, CHP û 9 saziyên din deklerasyonek hevpar ji bo mamosteyên ji peywirê hatî girtin amadekirin û bi daxuyaniyekê bi raya giştî re par kirin. Daxuyaniya li avahiya Egîtîm-Senê hat dayîn ji aliyê Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît ve hat xwendin. Gulcan diyar kir ku, hewceye mamosteyên ji peywirê hatî girtin di demek nêz de biçin ser karê xwe.
Gulcan da zanîn ku li tevahî Tirkiyê 11 hezar mamoste û li Wanê jî 735 mamoste ji peywirê hatine girtin û got: “Mamosteyên ji peywirê bi bêhuquqî hatî durxistin di nava bajêr de li ser xwendekar û perwerdeyê bandorek nerênî dike. Em rêxistinên piştgirî didin Egîtîm-Senê dixwazin ev biryara ji bo mamosteyan hatî girtin bê rakirin. Bila kedkarên perwerdehiya zarokan biçin li ser peywira xwe û karê xwe berdewam bikin.”
(hk-db/zt)