Doza Rojnameger Arzu Demir hat paşdexistin

16:27

JINHA

STENBOL - Edîtora ETHA'yê Arzu Demir, ji ber pirtûka bi navê "Halê Çiyê yê Jinê" û "Halê Şoreşê yê Rojava" nivîsand, doz lê hat vekirin û li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derket pêşerî dadger. Arzu, anî ziman ku îro pêvajoya çareseriyê hebûya nedihat darizandin.

1'emîn rûniştina doza Edîtora ETHA'yê Arzu Demir ya ji ber pirtûkên, bi navê "Halê Çiyê yê Jinê" û "Halê Şoreşê yê Rojava" nivîsand doz li wê hat vekirin, li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Arzu, diyar kir ku ew û pirtûka xwe wekî gelek pertûkên hatin qedexekirin mexdûrê şer e. Arzu, li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê beşdarî rûniştina dozê bû. Mudafiyên Arzu jî tev li rûniştina dozê bû. Arzu bi awayekî nivîski parastina xwe kir û diyar kir ku tu aliyê sûc ê pirtukên wê tune ye. Arzu, da zanîn ku wê bi 11 gerîllayên jin re roportaj kiriye û di mijdara 2014'an de pirtûka 'Halê Çiyê yê Jin" Nivîsandiye û di 15'ê Adara 2016'an de 7'emîn çapa wê hatiye kirin.

Arzu, destnîşan kir ku pirtûka herî zêde hatiye xwendin û pirtûkek herî zêde hatiye ecibandin. Arzu parast ku wê heqîqet nivîsandiye û wiha got: "Ger ku îro pêvajoya çareseriyê hebûya ev pirtûka wê nedihat qedexekirin û ew jî îro nedibû bersûc."

Rûniştina dozê taloqî 8'ê Mijdarê hat kirin.

(zt)