Mamosteyan li kolanê wane dan
18:35
JINHA
WAN - Mamosteyên ku ji peywirê hatî girtin li kolana hûnerê “Waneya Demokrasiyê” dan.
Çalakiyên mamosteyên ji peywirê hatîn girtin berdewam dikin. Mamosteyên Şaxa Egîtîm-Sena Wanê di çarçoveya çalakiyên mamosteyên ji peywirê hatîn girtin de li kolana Hûnerê ya girêdayî Rêya Armûşa Wanê seatekê “ Waneya Demokrasiyê” dan. Hemû mamosteyan di çalakiyê de pêşmalên li ser Egîtîm-Sen nivîsiyî li xwe kirin. Mamosta hemû li erdê runiştin û hemû bûn xwendekar. Mamosteya bi navê Ozgul Çelîkkalelî ya li dibistana Nîyazî Turkmenogluyê ji peywirê hatî girtin jî bû mamoste. Mamoste Ozgûl wateya demokrasiyê ligel xwendekarên xwe parvekirin û mafê axaftinê da xwendekaran.
Mamosteyên bûyî xwendekar jî mafê axaftinê standin û fikren xwe anîn ziman.
Mamostayan bi çepikên welatiyên derdorê dawî li waneya xwe anîn.
(hk-db/zt)