Li Kobanê 13 şervan hatin oxirkirin
18:48
JINHA
KOBANÊ- Li Kobanê 13 şervanên YPJ/YPG'ê yên ku di encama şerê ligel çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin.
Li Kantona Kobanê bi hezaran welatî îro 13'e şervanên YPJ/YPG'ê yên ku di 4'ê gulana 2014'an de li Girê Sêvê di encama şerê ligel çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dane bi merasîmek girseyî oxirkirin.
Di merasîmê de Fermandarê YPG'ê Heqî Kobanê diyar kir ku, ew bejna xwe li ber tevahî têkoşerên şoreşê ditewîne û wiha got: "Raste em şehîdn xwe bi xemgînî oxir dikin di heman demê de ev cihê serbilindiyê ye. 13 şehîdên îro du salan em paş de vegerand. Di keseyeta şehîd Hêlîn û Xabûr de em tevahî şehîdên xwe bibîr tînin. Azadî bê berdêl nabe. Vîn şervanan û gelê me wê tu car neyê şikandin."
Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û anî ziman ku, xeyalê şervanên ku jiyana xwe ji dest dane li Kobanê bên oxirkirin û got ku, dexwazê wan bi cih tê.
Di dawiya merasîmê de navê şervanan ji aliyê endamên Saziya Malbata Şehîdan ve hatin xwendin. Dûvre 13 şervan bi tilîliya dayikan û dirûşmeya "Şehîd namirin" hatin oxirkirin.
(kom/rc)