ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00



*Emîne Ayhan ya k udi komkujiya Dîlokê de kurê xwe yê 10 salî Ramazan Ayhan winda kir û hîna cenazeyê wî nedîtiye û diyar kir ku dixwazin li gorî testa DNA’yê ya ATK’ê cenazeya zarokekî din bidin me.

*Hevşaredara Gimgima Muşê Sabîte Ekînciyê diyar kir ku ji ber ji hêza veguhertinê ya jinê ditirsin hedef tên girtin û got: “Pergala hevserokatiyê ya li şaredariyên me niha mînaka herî şênber a tirsê ye.”

*Mamosteyên Jin yên ku perwerdehî li Akademiya Şehîd Dorşîn dibînin diyar kirin ku, ew ê erka guhertina zarokan û civakê hildin ser milên xwe û gotin ku ew ê pêşengiya civakê bikin.

*Jinên ku piştî şoreşê jiyana wan tev hatî guhertin, xwe ji xelekên kevneşopiyê desthilatdariyê rizgar dikin û rêveberiya Navenda Tirafîqê dikin.

* Kedkarên perwerdê li Xarpêtê çalakiya runiştinê didomînin û sekretera şaxa Egîntîm Senê Ayşe Yilmazê got: “Me mafê xwe yê qanûnî bikaranîn û çalakî pêk anî. Em ji tecrubeyên xwe yên berê jî dizanin. Maf nayê dayîn, tê qezenckirin.”

*Koçerên zozanên Dersimê bi hatina demsala payîzê re zozanî amadekariyên vegerê dikin. Koçeriyên ku hember şert û mercên jiyanê ên giran têdikoşin diyar kirin ku, ew ê zozanên xwe terik nekin.

*Tiriyê Erdîşa Wanê ku bi kaşilê xwe yê tenik û tehma xwe tê zanîn li ser tezgahan cihê xwe girt.

*Fatma Çelîkê bi navê ‘Li ser xaka xwe biyanî: Êzidiyên Şengalê’ pêşangeha wêneyan amade kir û got: “Arşîvên têkildarî paşeroja komkujiya li ser gelekî tinebû. Min jî xwest arşîvek bê amadekirin.”

*Li Afganîstana ku xwedî civakek baviksalare, malbatên ku zarokên wan yên kûr tine, li zarokên xwe yên keç, wek kûr jiyankirinê ferz dikin.